“Bi vîn û berxwedanê emê tecrîdê bi dawî bikin”

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 158’an de berdewam dike.

Têkildarî mijarê jinên navçeya Tirbespiyê ji Radyo ya me re axivîn û gotin: em ê piştgiriya berxwedana girtîgehan bikin.

Jina bi navê Minîfe Alî berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê  silav kir û got: “berxwedana Leyle Guven  ku li dijî tecrîdê û binpêkirina mafên kurdan mîneka berxweanê ji bo hemû jinan e. Em dibînin ku girêdana gel bi Rêber Ocelan re hişt ku kesên wekî Leyla Guven û rêhevalên wê di zinadanan de û li derve bikevin greva birçîbûnê ji bo ku tecrîd were şikandin û em wek dayîk  heya daxwaze çalageran pêk wera emê li berxwebidin.”

Di heman mijarê de jina bi navê Mehiya Cengîn tecrîda li ser Rêber APO şermezarkir û bang li civaka navdewletî kir ku ji bo rakirina tecrîdê bikevin tevgerê.

Mehiya wiha domand: “emê bi vîn û berxwedana xwe tecrîdê bi dawî bikin. Em soz didin ku em ê piştgiriya berxwedana girtîgehan bikin heta dawiyê.”

 

Lîlav HESEN

Show More
Back to top button