“Em şopdarê riya tene”

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ ê ya Colemergê Leyla Guven bi armanca bidawîkirina tecirîda li ser Rêber Abdullah Ocelan, di 8’ê Mijdara 2018’an de li Girtîgiha Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bêdorveger kir. Leyla Guven piştî ku hat berdan, ev 171 roj e li mala xwe li ber xwe dide.

Girêdayî mijarê jina bi navê Daxwaz Silêman a ji navçeya Tirbesipiyê wiha ji Radyoya me re axifî û got: Di ti dîrokê de berxwedaniyek bi vî rengî nehatiye kirin, Em hêza xwe ji jina têkoşer Leyla Guven digirin. Ev 171’rojin Leyla li berxwe dide ta ku vê tecirîda giran li ser Rêberê me bişkîne. roj bi roj rewşa wê xirab dibe ka ew kesê ku dibêjin em mafê mirovane çima çavên xwe girtine û bêdengin.

Daxwazê wiha gotinên xwe berdewam kir: banga min ji jinên cîhanê re heye ku rabin ser piyan ta ev tecirîd were şikandin û daxwazên Leyla û havalên wê vala neçin.

Daxwaz Silêman wiha bi dawî kir: jina berxwedêr, jina lehing Leyla em şopdarê riya tene û em ê li ser linga û li kolanan bin heya em tecirîdê bişkînin û Rêberê xwe azad bikin.

 

Delal CEMÎL

Show More
Back to top button