“Erdogan nikare xaka me parçe bike”

Artêşa Tirk a dagirker ji beriya du heftiya ve dest bi lêkirina dîwarê parçekirinê li derdora gundên Efrînê lê dike, her wiha malên sivîlan jî dirûxwîne.

Derbarê mijarê de welatiya bi navê Lemian Mihemed a ji Kantona Efirînê wiha got: Em bi tundî binpêkirin û kiryarên hovane yên dagirkeriya Tirk şermezar dikin. Tevî guhertina demokrafîk, Tirkiye îro dîwarek li ser sînorên gundên Efrînê yên ku dagir kirine ava dike.

Lamian wiha berdewam kir: armancên Dewleta Tirk qutkirina Efrînê ji xaka Sûriya ye. gelo çima Rêjîma Sûriya yê bêdenge û çavên xwe girtin e?.

hikumeta Sûriyê dixwaze desthilatdariya xwe biparêze û ne xema wî ye ku Efrîn were dagirkirin.

Lemian gotinên xwe wiha bi dawî kir: Em ê bi hemû hêza xwe têbikoşin û li ber xwe bidin. Em hêvî dikin ku civaka navdewletî çavên xwe li hember kirinên Tirkiyê veke û çareseriyan bibîne da ku Sûriye neyê parçekirin. Careke din em wek jinên Efrînê binpêkirinên dewleta Tirk şermezar dikin û em ê li warê xwe vegerin, Erdogan nikare xaka me bibe.

 

Delal CEMÎL

Show More
Back to top button