Komcivîna Jîneolojiyê bi pêşniyar û encaman bi dawî bû

Komcivîna Navenda lêkolînên Jîneolojiyê ya Kantona Kobanê ku bi dirûşma “Ji bo li dijî derketina zayendparêziya civakî, em dibêjin Jîneolojî” dest pê kiribû bi pêşniyar, niqaşên dewlemend û encaman bi dawî bû.
Navenda Lêkolînên Jîneolojiyê ya Kantona Kobanê yekem car li Kantona Kobanê mijarên zayendparêziya civakî, tundiya li ser jin, zewaca zarokan û ji bo rê û rêbazên çareseriyê em dibêjin Jîneolojî komcîvînek li dar xist. Di komcivînê de nêzî 100 kes ji partiyên siyasî Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyeyê, Endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Demokratîk û kesên serbixwe beşdarê komcivîn bûn. Komcivîn li Eywana Furat a Kobanê hat lidarxistin. Komcivîn bi pêşniyar û encaman bi dawî bû.
Endama Rêveberiya Komîteya Jîneolojiyê ya Lêkolînên a herêma Firatê, Dîrok Qehreman axaftina dawî ya komcivînê kir û wiha got: “Li ser bingeha vê komcivînê, Jineolojî bi rengekî zanist û berfireh dê pirskirêka zayendparêziyê çareser bike. Me di komcivînê xwe de çar mijarên sereke girt dest û pêwistiya nirxandinan jî hebû. Di niqaşan de rexne, nirxandin û encam derket holê. Pêwist e em rengekî du alî û bi şeklekî estetîk û zane em xwe û civaka xwe perwerde bikin. Pêwistî ji nû ve analîzekê sosyolojîk heye. Em bawer in ku wê di demên pêş de komcivînên bi vî awayî werin lidarxistin,  ji bo jiyaneke azad û bi rûmet bijîn.”
Komcivîn bi nîqaş, pêşniyar û bi encaman bi dawî bû.
JINNEWS
Show More
Back to top button