‘Em guhartina demografîk qebûl nakin’

Dewleta Tirk ya dagirker di 18’ê Adara 2018’an de kantona Efrînê dagir kir, bi hezaran şêniyên wê koçber kirin, taybetmendî û demografiya Efrînê ji roja ku hatiye dagir kirin di nav guhertinê de ye.

Jina Efrînî ya bi navê Leman Mihemed ku ji şêniyên navçeya cindirêsê ye û niha jî li navçeya Tirbespiyê bi cîh bûye, dagirkeriya Tirkiyê bi tundî şermezar kir û got: li Efrînê hemû qanûnên navnetewî tên binpêkirin, rojane qatil kirin, revandin, talankirin û xerakirina xwezyê li Efrînê pêk tê.

Leman di berdewamiya axavtina xwe de got: niha guhertinek demogrfî li ser xaka Efînê tê pêk anîn û ev guhertin zemîna qutkirin Efrînê ji xaka sûriyê ye, dagirkeriya Tirk xeteriya li hemû sûrî û kurdistanê ye, ji ber vê pêwîste em têkoşîn û berxwedana xwe xurtir bikin.

Medya SILÊMAN

Show More
Back to top button