‘AŞÎTÎ Jİ BO MUZÎK Û ZAROKÊN ME’

Bi armanca şandina nameyek aşîtiyê ji raya giştî re Zarokên Peymangeha Sî Mî ya muzîkê a navçeya Tirbespiyê, bi durişmeya ‘Aşîtî ji bo muzîk û zarokên me’ şahiyek li nava bazara navendî ya navçeya Tirbespiyê li dar xistin.

Di şahiyê de zarokan çend stranên kurdî yên filklorî gotin. Zarokên ku beşdarî şahiyê bûn gotin em naxwazin ku şer û kuştin hebe em dixwazin bi azadî jiyan bikin û bilîzin.

Mamosteya peymangehê Necla Alî wiha got: armanca ew e ku em aşîtiyê bi amûrên mûzîkê ji bo zarokan biafrînin.

Show More
Back to top button