Şêniyên navçeya Tirbespiyê şehîdê Berxwedana Rûmetê oxir kirin

Bi hezaran şêniyên navçeya Tirbespiyê û gundewarên wê Endamê Asyişê Tahir Elêwî yê ku di Berxwedana Rûmetê li serêkaniyê Şehîd ket. Bi merasîmeke li Goristana Şehîd Dilşêr yê li gundê Dugirê oxir kirin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre bi navê Saziya malbatê Şehîden Nûredîn Şakir, li ser navê Asayişê  Ferhan Şakir û li ser navê malbata Şehîd Amîr Elêwî axivîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û gotin: Em hemû dizanin ku em rastî êrîşên hovane ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên. Dewleta Tirk a dagirker hewl dide destkeftiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bi destxistin têk bibe, me şerê DAIŞ`ê li pêşiya tevahiya cîhanî kir û me axa xwe baqij kir, niha dewlete Tirk dixweze herêmê dagir bike, lê em soz didin ku emê têkoşîna xwe xûrt bikin, gelê xwe û axa xwe bibarêzin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hatin xwendin û radestî malbatê hate kirin. Cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayîkan de hate veşartin.

Show More
Back to top button