Ciwanên Girkê legê meşkî meşeleya li darxistin

Ji 9’ê Cotmehê ve êrîşên dewleta Tirka dagirker li ser Rojava û Bakûrê Sûriyê bi rengekî hovane didomin, ji bo xwedî derketin û piştgiriya şervanên QSD, YPG û YPJ’ê her roj gel li qadane. Îro jî gelê Girkê Legê û gundewarên wê bi pêşengiya Ciwanên Şoreşger bi meşek meşele ku hatî lidarxistin êrîşên li ser Rojava û Başûrê Sûriyê hatin şermezar kirin.

Çalakiya ciwanan li çerxerêya Şehîd Xebat a Girkê Legê dest pê kir û li nav bajêr de geriya, di çalakiyê de ciwanan bi meşele û siloganên xwe êrîşên dagirkeran şermezar kirin. Her wiha li ser navê sazî û dezgehên herêmê axaftin hatin kirin. Piştî axaftina tabûta Erdogan ku ji aliyê ciwanan ve hatibû amede kirin bi destê gel hate şewitndin.

Çalakî bi durişmeyên tolhildanê û sirûda çerxa şoreşê bidawî bû.

Show More
Back to top button