Dagirkeriya Tirk bi meşekê hat şermezarkirin

Bi armanca xwedî derketina li berxwedana rûmetê û şermezarkirina dagirkeriya Tirk bi pêşengtiya Kongra Star bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê û gundewarên wê daketin qadan û meşek li dar xistin.

Meş li ber navenda Kongra Star dest pêkir, Meşvanan bi sloganên “na ji Osmaniya nû re”, “Qatil Erdogan” dagirkerî şermezar kirin û wêneyên zarokên ku bibûn hedefa dewleta Tirk, hildan. Meş li ber navenda Heyva Sor veguherî mêting, mêtîng bi deqeyek rêz girtin dest pê kir, li ser navê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hikmet EL-Hebîb û her wiha Berdevka Kongra Star ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Daliya Henan axivîn, axaftivanan dagirkeriya Tirk şermezar kirin û berxwedana şervanan silav kirin û teqez kirin ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.

Meş bi sloganên silavkirina berxwedana rûmetê bi dawî bû.

Show More
Back to top button