Şêniyên Dêrikê 6 tekoşerên berxwedana rûmetê oxir kirin

Şêniyên bajarê Dêrikê 6 tekoşerên azadiyê bi merasîmeke girseyî oxir kirin.
Şêniyên bajarê Dêrikê yên girêdayî Kantona Qamişloyê 6 tekoşerên azadiyê yên ku di berxwedana rûmetê de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîd Xebat oxir kirin.
Navên tekoşerên azadiyê yên di berxwedana rûmetê de ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Aydil Dêrik, Bahoz Serhed, Munzir Amed, Canşêr Torî, Serdar Faraşîn û Gelhat Serhed.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Malbatên Şehîdan Hesen Ibêd sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest û wiha got: “Gelê me bi şev û bi roj li ser piyan in. Ev yek jî berxwedana me nîşanî dijmin dike. Dibe ku em heta dawiyê li ber xwe bidin da ku welatekî azad û bi rûmet ava bikin.”
Piştî axaftinan nasnameya têkoşerên azadiyê hatin xwendin û li ser milan, bi tililiyên dayikan û bi dirûşma “Şehîd .namirin” sipartin axê
Show More
Back to top button