Koçberên Serêkaniyê: ‘Erdogan mal û milkên me talan kir’

Di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran sivîl koçber bûn. Di vî warî de koçberên ji Serêkaniyê ku li navçeya Girkê legê û di dibistanan de bi çih bûne ji Radiyo ya me re axivîn û gotin: Em bang li Netewên yekbuyî dikin ku bi erka xwe rabin û van êrîşan bidin rawistandin da ku em li malên xwe vegerin.

Jina bi navê Şêrîn Muhemed wiha gotinên xwe anî ser ziman: êrîşê Erdogan em neçarî koçberiyê kirin, Bi tang û topan êrîşî me kir bi sedan sivîl qetil kirin û bi hezaran koçber kirin.

şêrînê wiha axaftinên xwe berdewam kir: Erdogan zarokên me ji dibistanên wan qut kirin, em koçberkirin mal û milkên me talan kirin.

Şêrîn Muhemed wiha gotinên xwe bi dawî kir: duniya çima çavê xwe girtiye û van êrîşên dewleta Tirk ranawestîne, Îro beriya sibe em dixwazin li malên xwe vegerin.

Her wiha jina bi navê Nadiya Salih jî axivî û wiha got: dewleta Tirk a faşîst hemû çekên qedexegirî li dijî sivîlan bi kar anî, lê li beramberî vê jî tu kesî dengê xwe nekir û çavên xwe girtin.

Nadiya Salih wiha dawî li gotinên xwe anî: Ez bang li mafê mirovan dikim ku ji bêdengiya xwe derkevin û em ê berxwedana xwe bidomînin heya em li warê xwe vegerin û dagirkeriyê têk binin.

Show More
Back to top button