“Erdogan gelê azadî xwaz dike hedef”

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 9`ê Cotmehê ve bi tevahiya çekên giran û qedexekirî êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Li hem ber van êrîşan li serî de gelê herêmê, Hêzên YPG/YPJ û Hêzên Sûriye Demokratîk(QSD) li berxwe didin.

Girêdayî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dayika Şehîd Dilovan Hedya Mihemed ji Radyoya me re axivî.

Dayika Hedya êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û teqez kir ku artêşa Tirk a dagirker ji destpêka êrîşên xwe ve gelê azadî xwaz dike hedefa êrîşên xwe yê hovane.

Dayika Hedya berxwedana şervanan silav kir û wiha got: zarokên me di ber vê axê de berxwedanî kirin û şehîd ketin, axa me ya ku bi xwîna yazdeh hezar şehîd hatiye azad kirin, em tu carî dev jê bernadin.

Dayika Hedya di dawiyê bang li hemû dewletên navnetewî kir ku kêmekî dev ji berjewendiyên xwe berdin û çavê xwe li sivîlên ku bi çekên qedexekirî tên şewitandin vekin û van êrîşan bidin rawistandin.

Show More
Back to top button