Desteya Jinê: Zarok di şer de rastî zilmê hatin

Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser daxuyaniyek derbarê êrîşên li ser Rojava û ewlehî û lênêrîn û parastina zarokan da û got: “Hejmara sivîlên ku ji aliyê dagirkeriya tirk ve jiyana xwe ji dest dane gihîşt zêdetirî 251 kesî, di nav de bi dehan zarok jî hebûn.”
Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser ji bo ewlehî û lênêrîn û parastina zarokan daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de bi dehan zarok amade bûn. Di daxuyaniyê de, wêneyê zarokên ku di vî şerî de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne hatibû hilgirtin.
Daxuyanî wiha ye:   
“Ji destpêka damezrandina Navenda Parastina Zarokan di sala 2015’an de, li Kantona Cizîrê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em weke desteya jin ya girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, ji bo ewlehî, lênêrîn û parastina zarokan dixebitin. Piştî ku dewleta tirk Efrîn dagir kir, hejmara zarokên dayik û bavên xwe di şer de winda kirin, gihîşt 61 zarokî ku jiyana xwe ji dest dan. Lê belê, bi destpêkirina dagirkeriya Tirkiyê re, li ser herêmên rojhilatê Firatê, ev hejmar zêde kir, gihîşt 70 zarokî, bi taybetî herêmên (Girê spî- Serêkaniyê), bi van êrîşan sûcên şer û binpêkirinên li dijî mafên mirovan pêk anîn, bêyî ku ferq û cudahiyê bixe di navbera leşker û sivîlan de.
‘Dagirkeriya hov ya tirkiyê nayê pejirandin’ 
Dagirkeriya hov û barbar a Tirkiyeyê, nabe ku bi tu awayî were hêcetgirtin û di bin her şert û mercî de nayê pejirandin. Armancên dagirkeriya Tirkiyê ji êrîşên wê re, pir zelal û eşkere ne, ya herî berbiçav ji van armancan dubarekirina zindîkirina DAIŞ’ ê ye. Dagirkirina herêmê di bin hêcet û derewa “herêma ewle” de, her wiha dixebite ku guhertinên demografîk li herêmê pêk bîne bi hêceta “vegerandina penaberên Sûriyê”, komkujî û qirkirin li dijî pêkhateyên herêmê ku bi hev re biryar dan ku xwe bi rengekî demokratîk û beşdar bi rê ve bibin pêk anîn.
‘Seneryoya Efrînê dixwaze dubare bike’ 
Dewleta Tirkiyê di vê dagirkeriyê de, her cureyên çekan bi kar tîne, di nav de yên ku navneteweyî jî qedexe kirîne pêk anî. Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk, bi piştevaniya hevpeymaniya navdewletî, xelîfeya DAIŞ li Sûriyê têk birin, Ew xelifeta ku Tirkiye bi eşkere piştgirî dayê ji çek, perwerdekirin, delalet, rênîşandan û vekirina sînor ji terorîstên xwe re, Tirkiyê bûye korîdora terorîst a van terorîstên ku ne bi tenê di nav herêmê de, lê li welatên cuda yên cîhanê bi riya kiryarên terorîstî armanc girtin. Tecrubeya dagirkirî ya Efrînê hîn jî li pêş çavê hemû mirovahiyê ye. Em dibînin û bawer dikin ku ev tecruba tenê bes e, ku îsbat bike ku Tirkiye ji bo herêmê tu xêrê naxwaze, artêş û komên çeteyên tundrew yên girêdayî wê, bi hezaran tawan û binpêkirin li Efrînê pêk anîn, ji kuştin, revandin, destavêtin, koçberîkirin, talan, guhartina demografîk û hwd. Ev kiryar ji sûcên ku bi destê DAIŞ’ê hatine kirin, ne cûda ne, niha jî dixebite ji bo ku vê senaryo li herêmên rojhilatê Firatê dubare bike.
‘Nêzî 251 kes jiyana xwe ji dest da di nav de bi dehan zarok jî hebûn’
Tirkiyeyê û komên wê yên tunderew dest bi dubarekirina vê senaryo li herêmên (Girê spî- Serêkaniyê) kirin. Her wiha gelek sûcên şer û binpêkirin li her du bajaran pêk anîn, ji kuştina sivîl, siyasetmedar, çalakvan û rojnamavan, hejmara sivîlên ku ji aliye dagirkeriyaTirk ve jiyana xwe ji dest dane gihîşt zêdetirî 251 kesî, di nav de bi dehan zarok jî hebûn, hejmara birîndaran gihîşt 1100 kesî.
Ji ber ku em ji parastin û lênêrîna zarokên ku ji şer bandor bûne re eleqedar in, me erka xwe ya exlaqî kir û hîn jî li hember wan dikin ji aliyê çavdêrîkirin, parastin û ewlehî  hemû pêdeviyên ku jiyaneke bi rûmet peyda bikin. Ji ber vê yekê em bang li rêxistinên mafên mirovan û mirovahiyê û hemû aliyên peywendîdar dikin, ji bo ku zextê li Tirkiyeyê bikin da ku dagirkeriya xwe ya vê dawiyê ya li Rojhilatê Firatê rawestîne, ji bo ku zarokên me di civakek azad, exlaqî, demokratîk, wekhev, dadperwer û aştiyane de bikarin di nav aramî û ewlehiyê de bijîn. “
Show More
Back to top button