Şêniyên Qamişlo 8′ şehîdên berxwedana rûmetê spartin axê

Bi hezaran şêniyên Kantona Qamişlo 8’Şehîdên ku di berxwedana rûmetê de şehîd ketin, li goristana Ş.Delîl Sarûxan spartin axê.

Piştî wergertina cenazeyên şehîdan, şênî bi kerwanekî wesayîtan  ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve ketin rê.

Merasîm bi deqeyek rêz girtin dest pê kir, paşê li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl axivî. Aldar sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û destnîşan kir ku çateyan her hewl dan fîtneyê di navbera gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de belav bikin lê bi saya xwîna şehîdan pilana wan vala derketin.

Aldar got: ku dewleta Tirk dibêje min agirbest îlan kiriye, lê tu agir best li ser rûyê erdê tune ye rojane jî li seranserî herêmê bi dehan şehîd tên oxir kirin.

Her wiha di maresîmê de Kevokên sipî yên nîşana aşitiyê dide, li ezmana hatin firandin.

Paşê wesîqeyê 8’şehîdan het xwendin û radestî malbatên wan hat kirin. Cenazeyê şehîdan di nava tilîlî û dîlana dayikan hatin oxirkirin.

Show More
Back to top button