DAYIKA ZEKIYA: ‘EM DIXWAZIN LI WARÊ XWE VEGERIN’

Ji 9`ê Cotmehê ve Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra bi dijwarî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Her wiha di destpêkê de bajarên Serêkaniyê û Girê Spî kirine hedefa êrîşên xwe yên hovane. Şêniyên Serêkaniyê dema ku bombebarana balafirên artêşa Tirk a dagirker li ser bajar pêk dihat ji neçarî koçî herêmên bi ewle bûn. Hêjayî gotinê ye ku dayika binavê Zekiya Elî ku yek ji koçberên Serêkaniyê ku li Tirbespiyê bicî bûye nerînên xwe bi me re parve kirin.

Zekiya Elî ya ji gundê Um-Esafîr a girêdayî Serêkaniyê ku niha li navçeya Tirbesipiyê bi cî bûye girêdayî rewşa koçberiyê wiha got: “Ev cara 3’emîne ku em ji warê xwe koçber dibin, Erdogan bi tang û belafirên xwe êrîşî me dike. Ji neçarî em ji cî û warên xwe koçber bûn.”

Zekiya bi van gotinan berdewamî li axaftina xwe anî: “Erdogan û çeteyên xwe mal û milkê me talan kirin û şewitandin. Dewleta Tirk û hevkarên xwe Çi ji me dixwaze? Bi derengiya şevê em derketin, malbata min her yek bi gundekî ve çûn. Erdoganê qatil ma çî te li cem me heye heta tu êrîşî me dikî? Em dixwazin îro beriya sibe li cî û warên xwe vegerin.”

Zekiya Elî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ez bang li Kurdên her çar parçeyan dikim ku bibin yek dest û mil bi mil li dijî Dewleta faşîst bisekinin.”

Show More
Back to top button