GELÊN NAVÇEYA TIRBESIPIYÊ HERIKÎN QADAN

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevdîtina di navbere Erdogan û Tiramp de, bi Sedan şêniyên navçeya Tirbesipiyê û gundewarên wê meşek girseyî li dar xist.

Şêniyên navçeya Tirbesipiyê li pêşiya Navenda Kongira Star kom bûn û alên QSD, Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongira Star, bilind kirin û her wiha pankartên “Emê li hemberî hemû hevpeymanên ku rûmet û nasnameya me dike armanc, Li ber xwe bidin, Wê dagirker hesabê xwîna Şehîdên me û qêrîna zarokên me bidin û Em xwediyê vê axêne Erdoganê dagirker e û pêwîste bê darizandin” hilgirtin.

Meş bi sloganên “Bijî berxwedan û têkoşîna li dijî artêşa Tirk, Na ji hovîtiya dewleta Tirk a dagirker e” di bazara navendî ya navçeyê re derbas bû û ber bi Navenda Ciwanan a Tirbesipiyê ve dewam kir.

meş li navenda Ciwanan rawestî û veguherî mîtîng, pişptî deqeya rêzgirtin Daxwiyanî ji aliyê Rêveberiya Kongira Star a navçeya Tirbesipiyê Necah Qeso hat xwendin û li ser navê PYD’ ê Silêman Bedir axivî.

Daxwiyanî wiha bû: ‘Em weke pêkhatiyên navçeya Tirbesipiyê Kurd, Ereb û Suriyan bi yek destî li dijî dewleta Tirk a faşîst bisekinin, em li ser fikir û felsefeya Rêber Apo dimeşin, heta dawiyê li kêleka Hêza xwe QSD’ ê li berxwe bidin. Dewleta Tirk a dagirker di bin navê herêma ewle de dixwaze welatê me talan bike.

Di dawiya mîtîngê de meşvanan bi yek dengî got: “Bijî berxwedana QSD`ê û Bijî Berxwedana Rûmetê”.

Show More
Back to top button