Dewriyaya rûs û tirkan gule reşandin: Nûçegihana JIN TV’yê birîndar bû

Sîvîlên li Kobanê dema dewriyeya rûs û tirkan digeriyan bertek nîşan dan. Ji ber ku gel bertek nîşan da gule reşandin. Di encamê de li gorî agahiyan, nûçegihana JIN TV’yê Zozan Berkel Remedan birîndar bû. Her wiha dewriya artêşa Tirk erebeya televizyona Ronahî TV jî hedef girt, lê encama ne diyar e.
Nûçegîhan Dilyar Cizîrî jî li Hesekê birîndar bû
Her wiha Nûçegihanê Ronahî Tv Dilyar Cizîrî li Gundê Um-Kêf ya Til Temîrê dema li ser karê xwe bû dewleta tirk bi obîs êrîşî gund kiriye di encamê de birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatine girtin Dilyar Cizîrî rakirine nexweşxaneyê.
Show More
Back to top button