Li Qamişloyê kuştina jinan hat şermezarkirin

Duh li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê jina bi navê Xedîca Elî 29 salî, dayika 4 zarokan ji aliyê hevjînê xwe ve bi rengekî hovane hat qetilkirin.

Rêxistina Jinên Azad li pêşiya mala jina ku hatî qetilkirin li taxa Hilêliyê daxuyanî dan.

Daxuyanî bi tevlîbûna hemû sazî û dezgehên jinan yên bajêr ve pêk hat.

Daxuyanî wiha ye: “Bi berdewamiya ruhê têkoşîna jin ji bo bidestxistina maf û azadiya wê û bi zêdebûna destkeftiyên jin di nava şoreşa wê de, hîn heya niha jin rastî tundiya civakê tên û bi taybet qetilkirina jinan ji xwe re rewa dikin. Jin ji mafê xwe yê xwezayî yê jiyanê tê dûrxistin, tenê ji ber ku jin e. Em weke jinên şoreşê vê yekê xeteriyê li ser nirx û jiyana jin pênas dikin.

Îro em dibînin jineke din ji mafê xwe yê jiyanê hat dûrxistin, tenê ji ber zihniyeta mêr hîn di nava civaka me de tê dîtin. Ev zihniyet jinê milkê xwe dibînê û tu hebûn û mafê jinê na pejirînê û di nav de jî nasnameya jinbûnê dide windakirin.

Em weke rêxistinên jin qetilkirina jinan şermezar dikin. Sedem çibe bila bibe, divê jin neyên qetilkirin. Daxwaziya me ji saziyên pêwendîdar ku kujerê jinan hesabê vê komkojiyê bide û rê li pêşiya qetilkirina jinan were girtin û mafê hemû jina were parastin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyê “Jin jiyana jiyanê ne kujin” bi dawî bû.

 

Show More
Back to top button