‘Yan emê li ser xaka xwe azad bijîn, yan jî mirinek bi rûmet em ê bibin şehîd’

Tevî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelê herêmê di berxwedanî, azadî û piştgirya şervanan de bi israr in. Girêdayî mijarê jinên Gundê Girbawî yê girêdayî Kantona Qamişlo nêrînên xwe bi van gotinan bi me re parve kirin: ‘Bi kar anîna dewleta Tirk  ji navê Îslamê re û bang kirina dewletan bi navê demokrasiyê  komkojiyên wan ji ber çavan winda nakin’.

Jina bi navê Wefa Yûsif dagirkeriya Dewleta Tirk şermezar kir û teqez kir ku her çiqas Erdogan êrîş bike ew in yên xwediyê maf û piştgirya xwe bi şervanan re diyar kir û wiha got: “Erdogan bi navê Îslamê bang dike, lê dagirkeriya wî dide diyar kirin ku tu elaqeya wî bi Îslamê re nîne. Em jî wek jin dibêjin çi dibe bila bibe em ji ser xaka xwe naçin, ji dagirkeran re nahêlin û em ê her li kêleka şervanên xwe bin.”

Wefa di dawiya axaftina xwe de got: “Yan emê li ser xaka xwe azad bijîn, yan jî mirinek bi rûmet em ê bibin şehîd”.

Her wiha jina bi navê Leyla Xelîl jî got: “Çiqas êrîş bi ser me de werin ev axa ku bi xweîna şehîdan hatiye rizgar kirin  em bernadin. Erdogan hewl dide gelên herêmê yên resen ji malên wan derxîne û li şûna wan çeteyên xwe bi cih bike, lê bila baş bizanibe ku tu carî naghêje armanca xwe. Ev kesên ku ji malên xwe koçber bûna û li ser wan bazar  tên kirin bi îradeya şervanan wê li cih û warên xwe vegerin.”

Mîdya SILÊMAN

Show More
Back to top button