‘Erdogan weke sedam çekên kîmawî li hemberî me bikar anî’

Dewleta Tirk a dagırker bi armanca berdewam kirina kompiloya 9’ê Cotmehê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî kir, ev jî nehezimkirina wan ji hevkarên wan ji Çeteyên DAİŞ’ê re dide diyar kirin. Girêdayî mijarê Xaliya Temo nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Xaliya Temo di destpêka axaftinên xwe de bal kişand ser berdewam kirina Kompiloya 9’ê Cotmehê û wiha got: “ Bi armanca berdewamkirina kompilo re Dewleta Tirk a dagirker gelê sivîl kir hedefa qet û koçber kirinê. Her wiha çekên giran û çekên qedexekirî li ser gel bikar anîn, çawa Sedam li Helepça Çekên Kîmawî bikar anî, Erdogan jî heman tişt li SerêKaniyê kir.”

Xaliya di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya dewletên ku xwe bi demokrasî binav dikin û wiha pêde çû: “Di van êrîşan de cardin hevgirtina dewleta li dijî Kurdan derkete pêş, ji bo wê îro em dibînin ku bi bêdengiya xwe hevkartiya van êrîşan dikin. Dagirkeriya Erdogan tu ferq û cudahiyê naxwe di navbera Şervanên QSD’ê, Rojnemevan, Bijîşk û gelên sivîl de, çawa ku gelê sivîl qetil dike êrîşî ciyên pîroz û baweriyên gelan jî dikin.”

Xaliya bi gotina tirs û xofa dagirkeran ji hêza jinê dawî li axaftina xwe anî: “ Çawa îro jin bûye hêz û li hemberî çeteyên weke DAİŞ’ê û dagirkeriya Dewleta Tirk û hevkarên wî bi vîn cesaret şer dike, ji lewra Erdogan bi hişmendiya xwe ya hovane jinan dike hedef. Çi dibe bila bibe em li kêleka şervanên xwe ne, bila dagirker kêfxweş nebin ku wê di xaka welatê me de bi cî bibin.”

LÎLAV HESEN

Show More
Back to top button