Li dibistana Xalid bin welîd alîkarî hat belavkirin

Bi boneya Roja Mafê Zarokan a Cîhanî, her sal li dibistana Xalid bin Welîd momosteyên dibistanê di nava xwe de alîkarî kom dikin û bi rengê cil û amûrên dibistanê pêşkêşî zarokên sêwî û xêzan dikin.

Di rewşa şer ya heyî de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku rojane zarok rastî kuştin, koçberkirin û ji mafê xwe yê zaroktiyê bê par mayin tên, ev çalakî bi armanca kêfxweşkirina zarokan û dûr xistina wan ji rewşa şer hat li dar xistin.

Ji aliyekî din ve mamosteyên dibistana Xalid bin Welîd diyar kirin ku di dema dawî de ji ber rewşa şer gelek xwendekar dûrî dibistanê ketine, ev çalakî ji teşwîqkirina hatina dibistanê hat li dar xistin.

Alîkarî li 30 zarokî hat belavkirin, di dawiyê de li zarok û kesên hazir şêranî hat belavkirin.

Show More
Back to top button