Hevrîn Xelef di çilrojiya xwe de hate bîranîn

Şêniyên Dêrîk û Malbata Hevrîn Xelef di 40’Rojiya a jidestdayîna jiyana Hevrînê de merasîmeke bîranînê li Goristana Şehîd Xebat Dêrîkê li dar xistin. Di merasîmê de malbatên şehîdan, sazî û dezgehên sivîl û endamên Partiya Sûriya Pêşeroj amade bûn.

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso, li ser navê Endezyaran Mihemed Hesen, li ser navê Partiya Sûriyê Pêşerojê Hidrîn Sîno, her wiha Dayika Hevrîn Xelef, Suad Mihemed û xwîşka Ferhad Remedan, Evîn Remedan axivîn û wiha gotin: “Di kesayeta Hevrîn Xelef de em hemû têkoşerên azadiyê bi bîr tînin û sersaxiyê ji malabatên têkoşerên azadiyê re dixwazin. Em berxwedana hevalên xwe yên têkoşer pîroz dibînin û em ê şopdarê rêya wan bin. Dewleta tirk tu carî nikarê me tune bike. Gelê Kurd xwediyê îradeyê ye û bi hezaran zarokên xwe fedayê vê axê kirine. Em dubare soza xwe nû dikin û têkoşîna Hevrînan em ê dewam bikin.”

Merasîma bîranînê bi tilêliyên dayikan û bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Show More
Back to top button