‘Dagirkerî Tundiye! Bi Berxwedaniya Hevrînan Emê Dagirkerî Û Faşîzmê Têkbibin’

Di roja 25`ê Mijdarê de, Xwişkên Mîrabar li hemberî zilma ku ji aliyê hakimê bi navê Terxîlo li wîlayeta Hatayê li ser wan hatiye ferzkirin, nerazîbûn nîşan didan û li ser vê yekê hatine qetilkirin. Îro jî jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Dewleta Tirk a dagirker ve rastî heman zilm û tundiyê tên.
Girêdayî mijarê, Rêvebera Rêxistina Sara Muna Abd El-Selam got ku: “Roja 25`ê Mijdarê rojeke navnetewî ye, jinên Rojava her roj li dijî şîdetê têdikoşin û gelek destkeftî bi dest xistin. Ev bihezarê salane ku şîdeta li ser jinan didome û heta roja me ya îro ev şîdet ji aliyê desthilatdaran ve pêşket ev jî tirsa wan a ji îrade û hêza jinan dide diyar kirin”.
Munayê wiha domand: “Dewleta Tirk û çeteyên wê îşkence û înfazkirin li cenazeyên gelek jin û şervanên YPJ’ê kir, buyerên pir bi êşin û li dijî mafên mirovahiyê ne. Ev yek encama tirsa Dewleta Tirk ji fikir û vîna jinan dide diyarkirin”.
Muna Abd El-Selam di dawiyê axaftina xwe de wiha got: “Pêwîste jin li her derî têkoşîna xwe bilin bikin û xwedî li hev derkevin heya ku em karibin vê tundiya li ser jinê bişkînin”.

Show More
Back to top button