‘Jina azad wê civakeke azad û bê tundî ava bike’

Desteya jinê ya Herêma Cizîrê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Naventeweyî ya li Dijî Tundiya li Ser jinê daxuyanî da.
Bi dehan jin ji tevahî sazî û rêxistinên jin yên herêmê beşdar bûn, Daxuyanî li pêşiya Desteya Jinê ya bajarê Qamişloyê hat dayin.
Daxuyanî wiha ye:

“Ji destpêka jiyanê ve jin çalakvana jiyanê ye û navenda vejînkirina civakê ye. Hemû xebatên ku jinê afirandiya û xistiya xizmeta mirovahiyê, heta roja îro civakê li ser wê mîrasê xwe bi teşe kiriye. Têgîna jin bi têgîna jiyana bi rûmet ve hatiye girêdan. Hemû civak bi aşîtî û wekhevî di hembêza xwedewenda dayikê de dijiya.

Bi derketina feraseta baviksalarî re, ku tundî û destdirêjiya xwe derbasî nava civakê kir, pêre koletiya jinê derket pêş û rola wê di nava civakê de binpê kir. Heman demê tevlîbûna şexsê xwe ve didê û kuştina jinan di bin têgînên şeref,namûs û zewaca temen piçûk de rewa dike. Ev yek parçebûna malbat û zarokan bi xwe re anî û civakeke bi nakok derxist pêş.
Heya niha jin di nava têkoşîna bidetxistina mafê xwe de ye û di nava civakê de bi tevgere. Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî şoreş û destkeftiye. Jin bi tevlîbûna xwe di nava hemû qadên jiyanê, bi xwe rêxistina xwe avakir û parast. Lê mixabin hîn di ziraviyên jiyanê de jin rastî tundiyê tên û ev tundî berdewame.

Tundiya herî giran li ser jinê tê meşandin, şer e. Ev tundî li ber çava ye û bi taybet bi êrîşên hovana li ser xakê û gelan pêk anî û bi taybet jin. Mînakên ku para xwe ji vê hovîtiyê girtine Hevrîn Xelef, dayika têkoşer Eqîda û şervana YPJ’ê Amara ye. Dixwazin bi van kiryaran jinan dûrî doza wan bixin û şoreşa Rojavayê Kurdistanê têk bibin.

Ji erka jinê ye ku têkoşîna xwe ya bi israr ne de rawestandin, tundiya ku tê kirin vala û biçûk derxînê. KarîbE civaka xwe bighînE asteke wekhev û demokratîk. Em weke saziyên jin di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de temsîla dengê tevahî jinan dikin. Ji bo şoreşa me berdewam be û destkeftiyên xwe biparêzin em bi israrin, da ku çareseriyeke guncav ji bo tevahî jinan em bidest bixin.

Daxuyanî bi dirûşmên “Jin jiyane, jiyanê ne kujin”,”Jin jiyan azadî” û “Bijî jina azad” bi dawî bû.

Show More
Back to top button