Meclîsa Jinan a Sûriyê êrişên li dijî Eyn Îsayê û bêdengiya navdewletî şermezar kirin

Meclîsa Jinan a Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrişên Tirkiyeyê yên li ser axa Sûriyeyê û bêdengiya navdeneteweyî ya li hemberî sûcên Tirkiyeyê bi tundî şermezar kirin. Meclisê, NY û dewletên têkildar wek berpirsê rêgirtina li pêşiya timayên Tirkiyê û rawestandina êrişa wê hesiband.
Daxuyanî wiha ye:
“Artêşa Tirk a dagirker tevahiya peymanên ku girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine mohrkirin binpê kirin û daxuyaniya wezîrê xwe yê derve girêdayî agirbestê derewand. Hikûmeta Tirk sibehê dest bi êrişan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û bajarê Eyn Îsayê û gundewarê wê bi tevahiya cureyên çekan topbaran kirin. Di encamê de sivîl birîndar û şehîd ketin. Her wiha gelek jî koçber bûn.
Wek Meclîsa Jinan a Sûriyeyê em bi tundî vê êrişa Tirkiyeyê ya careke din û hedefgirtina sivîlan û ewlehiya wan şermezar dikin. Her wiha em bêdengiya li hember vê hovîtiyê şermezar dikin. Em NY û dewletên têkildar wek berpirsên rêgirtina li pêşiya timayên Tirkiyê û rawestandina zêdegaviya wê  dihesibînin.
Em bang li gelên cîhana azad û saziyên civaka sivîl dikin ku zextê li hikumetên xwe bikin ji bo ku gavên çalak bavêjin da ku êrişê rawestînin û nerastiya îdiayên Tirkiyeyê û asta sûcên wê li Sûriyeyê  eşkere bikin.‘”
Show More
Back to top button