‘Dagirkerî tundiye, bi berxwedana Hevrînan emê dagirkerî û faşîzmê têk bibin’

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî tundya li ser jinan bi slogana ‘Dagirkerî tundiye, bi berxwedana Hevrînan emê dagirkerî û faşîzmê têk bibin’, bi sedan jinên navçeya Tirbespiyê û gundewarên wê meşek girseyî li dar xistin.

Meş ji ber navenda Kongra Star dest pê kir, meşvanan wêneyên şehîdên jin, alên Kongra Star, alên YPJ’ê û pankartên bi nivîsên ‘Dagirkerî tundiye, bi berxwedana Hevrînan emê dagirkerî û faşîzmê têk bibin’ hildan. Meş li navenda bajar veguherî mîtîngê, mîtîng bi deqeyek rêz girtin dest pê kir paşê axaftin hatin kirin. Li ser navê Meclisa Sûriya Demokratîk Emîna Omer, li ser navê pêkhateyên Suryan Faya Ardîş û li ser navê Kongra Star Leyla Ibrahîm axivîn.

Axaftvanan bi munasebeya 25’ê Mijdarê tevahî jinên berxwedêr li seranserî cîhanê û bitaybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kirin. Her wiha axaftvanan dane diyarkirin ku di dîrok û di şexsê her sê xwişkên Mîrabel de her çiqas kesên dîktator xwestine ku îradeya jinê bişkînin, lê bi ser neketin ji ber ku jin ewe ya ku civakê dide avakirin.

Meş bi slogana ‘Jin Jiyan azadî’ bi dawî bû.

Show More
Back to top button