‘Emê li Rûmeta Xwe Xwedî Derbikevin’

Bi boneye 25’ê Roje Têkoşîna li Dijî Şideta li ser Jin li seranserî Bakur û Rojhlatê Sûriyê çalekî hatin li darxistin. Jinên ku tevlî çalekiya Navçeya Tirbespiyê bûbûn nêrînên xwe ji Radyo ye me re parve kirin; heya jinên weke Dayê Eqîde, Hevrîn Xelef û Amara Rênas hebin wê têkoşîna me bidome.

Jina bi Navê Leyle Îbrahîm ya ji navçeya Tirbespiyê wiha got ku: “Şidet li ser jinê di van demê dawî de pir zêde bûne biteybetî li herêmên ku Dewleta Tirk dagir kirine, ji ber ku yekser jinê ji xwe re dikin hedef û gelek tundiyê li ser jinan didin  meşandin û wan ji mafên wan mehrûm dihêlin.”

Leyla di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku serê xwe li hember tundiyê ne tewînin û destên hev bigirn û li berxwebidin.

Her wiha jina bi Navê Gulê Xelîl diyar kir ku; “Îro em tevlî meşê bûne ku bidine diyar kirin ku berxwedan û têkoşîna jinan nayê şikandin, heya yên weka Yadê Eqîde ,Hevrîn û Aamare hebin wê barxwedan bidome. Dewleta Tirk çiqs bi cisetê şervanên me teslim bigre û işkence bike nikera îradeya me bişkîne.”

Gulê Xelîl axaftina xwe bi van gotinan bidawî kir: “Em wek dayik heta dawiyê li ser şopa yadê Eqîda û hemû şehîdên xwe bimeşin, ji ber ku ew rûmeta me ne û em ê li rûmeta xwe xwedî derbikevin.”

Lîlav HESEN

Show More
Back to top button