Rêxistina Sara hemeleya xwe ya çalakiyan bi dawî kir

Hemleya çalakiyên Kongreya Star a ji bo 25’ê Mjdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê ji 25’ê mijdarê de dest pê kir heta 10’ê kanûnê domand. Derbarê vê hemleyê de çalakiyên cûr bi cûr yên sazî û rêxistinên jinan li dijî şîdetê hatin lidarxistin. Rêxistina Sara a li dijî tundiya li ser jinan xebat dimeşîne  dawîbûna hemleya çalakiyan bi daxuyaniyekê ragihandin. Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan jin ji tevahî sazî û rêxistinên jinan pêk hat û li navenda Mihmed Şêxo ya Çand û Hunerê hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan Mûna Ebd- El Selam ve hat xwendin.
Daxuyaniya hatî dayîn wiha ye: “Ji destpêka êrîşê dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hêzên êrîşkar binpêkirin û tawan derheqê mirovan de pêk anîn. Di 12’ê Cotmehê de ji aliyê komeke çekdar ve yên bi ser çeteyên tirkiyê ve siyasetmedara jin Hevrîn Xelef bi rengekî hovane hat qetilkirin. Jina kurd ya ku ji bo maf, azadiyê jinê û Sûriyeya demokratîk têkoşîn dida meşandin. Hevrîn Xelef di vê qonaxa dijwar de, berpirsiyartiya dîrokî hilgirt ser milê xwe. Tevî zanebûna wê di asta siyasetê de hîn nû bû, lê dikarîbû di demek kin de guhertinên girîng çê bike.
Di vê roja cîhanî ya mafê mirovan de, em soz didin hemû pakrewanên jin yên ku di oxira azadiya jin û doza wê canê xwe feda kirine, şopdarê wan bin. Bangawaziya me ji hemû jinên xebatkar ên ku maf, dadî û azadiya mirovan diparêzin, ku hovîtiya dewleta  tirk û tawanên li dijî mirovahiyê rawestînin.”
Di daxuyaniyê de jin daxwazên xwe wiha bi rêz kirin: 
“* Piştgirî û hevgirtina hashtag “Dadî ji bo Hevrîn Xelef.
* Berdewamkirina çalakiyên şermezarkirina ya li hemberî sûcên Tirkiyeyê.
* Dewamkirina şopandina kêşeya Hevrîn Xelef di asta navnetewî de.
* Xebat li ser şermezarkirina kesên sûcdar, da ku hesab ji wan were xwestin û di dadgehên navnetewî de bên ceza kirin.
* Ji bo têkoşîna jina azad rûmet.”
Jinan bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” daxuyaniya xwe bi dawî kirin. Piştre jî sînevizyonek li ser xebat û jiyana Hevrîn Xelef hat pêşkêş kirin.
Show More
Back to top button