Birîndarên şer: ‘Armanca me rizgarkirina xaka me ye’

Dewleta Tirk a dagirker ji 9’ê Cotmehê ve ku salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêber Abdulah Ocelan e bi tundî dest bi êrîşan kir, di encama êrîşan de herêmên Serê Kaniyê û Girê Sipê hatin dagir kirin. Şervanên ku di şerê li hember dagirkeran de birîndar bûbûn ji Radyo ya me re axivîn û teqez kirin ku ewê li hember dagirkeriyê bisekinin.

Şervana YPJ Sosin Amed ku di sala 2015’an li Til Temirê di şerê li hemberê DAIŞ’ê de birîndar bibû wiha got: ya giring ewe ku mirov bi armanca xwe ve girêday be, armanca me jî ewe ku em xaka xwe ji dagirkeran rizgar bikin û ji bo pêk anîna vê armancê min îro parçeyek ji laşê xwe feda kiriye û emê heya dilopa xwîna dawî di vê xakê li ber xwe bidin, soza me jî berxwedane.

Her wiha Sosin teqez kir ku ev êrîş berdewama komploya li ser Rêber Abdulah Ocelane û got: raste Rêber Abdulah Ocelan di Îmraliyê de girtiyê lê îradeya Rêberê me wê hêzê dide me ku em li hember êrîşan bisekinin, dagirkeriya dewleta Tirk li ser herêmên ku hatine dagirkirin demeke dirêj dewam nake, emê wan herêman rizgarbikin û paristina gelê xwe bikin.

Şervanê YPG Karwan Çarçêla ku di 2017’an de li Reqa birîndar bûye êrîşên dagirkerya Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got: êrîşên Dagirkerya Tirk ne tenê li ser Rojava yê Kurdistanê ne lê belê ev êrîş xeterîne ji bo her sê parçeyên Kurdistanê yên din jî, ji ber vê yekê divê yekîtî di navbera gelê kurd de çêbibe ji ber ku tekan rêya çareser kirina aloziyan yekîtiye.

Karwan bang li hemû dewletên navnetewî kir ku çavê xwe ji komkojiyên ku li herêmê tên kirin negirin, ji ber ku her gavek ji vê xakê bi xwîna şehîdekî yan ji bi parçeyek ji şervanekî birîndar rizgar bûye.

Show More
Back to top button