Rakirina navên kesên berxwedêr çandekî kevnare

Dewleta Tirk û Çeteyên ku alîkariyê ji dewleta Tirk werdigrin mîna DAIŞ’ê, Cebhet EL-Nesra û Artêşa EL-Wetenî di êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de her şikandina îradeya jinan dikin armanca xwe ya sereke. di şoreşa Rojava yê Kurdistanê de ku bi şoreşa jin tê naskirin gelek mînakên hovîtiya li dijî jinan derketin holê.

Di 9’ê Cotmehê de di salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêber Abdulah Ocelan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin, di van êrîşan de wek her car jin hatin hedef kirin.

Ji destpêka şoreşê ve di hemû qadan de jinan xwe bi rêxistin kir û pêşengtî kirin, yek ji van jinên ku pêşengîtî kirin Hevrîn Xelef e, Hevrîn Xelef Hevseroka Giştî ya Partiya Sûriya Pêşeroj ji bo hemû pêkhateyên civakê beyî cudahî kar û xebat dida meşandin û ji bo avakirina yekîtiya gelê Sûriyê rolekî pêşeng dilîzt. Lê belê çeteyên Artêşa EL-Wetenî yên ku desteka xwe ji Erdogan werdigirin di 12’ê Cotmehê li ser rêya navdewletî ya di navbera navçeya Eyn Îsa û navçeya Til Temir de bi kemînekê Hevrîn kirin hedef û ew bi rengekî hov qetil kirin.

Her wiha di 22’yê Cotmehê de Şervana YPJ’ê Amara Rênas ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve dîl hate girtin û bi awayekî wehşî li ser bedena wê îşkence hatiye kirin û şehîd hate xistin, ev hovîtî û rûyê qirêj ên çeteyên dagirkeriya Tirk bi awayekî vekirî li pêş çavên hemû cîhanê xwe dide pêş.

Di dîrokê de di nava gelê kurd çanda rakirina navên kesên navdar yan jî kesên ku ji bo civakê têkoşiyane û pêşengtî kirine, heye. Di şoreşa Rojavayê kurdistanê de jî gelek mînakên rakirina navên şehîdên ku ji bo ax û gelê xwe canê xwe fedakirine derketin holê, ji van mînakên ku herî dawî derketin holê navên her du jinên berxwedêr Hevîn û Amara ne, li navçeya Tirbespiyê du zarokên ku nû çavên xwe li dinya yê vekirin navên Hevrîn û Amara li wan hat kirin.

Jina bi navê Sozdar Remo ku navê şehîd Hevrîn li keça xwe kiriye ji Radyoya me ra axifî û wiha got: Armanc ji rakirina navê Hevrîn ewe ku em ji çeteyên Ergoan re bibêjin eger we Hevrînek qetil kir wê bi hezaran Hevrîn werin dunyayê û wê şopdarê riya wê bin. ji ber ku Hevrîn jinek gelek hêja û xwedî sekin bû û qetil kirina wê em hemû xemgîn kirin, daxwaza me jî ewe ku keça me jî şopa şehîd Hevrîn bişopîne û ji bo gel û welatê xwe kar bike.

Her wiha jina bi navê Ruken Hisên navê şehîd Amara Rênas li keça xwe kiriye da diyar kirin ku wê pir dixwest ku zaroka wê keçik be da ku vî navî lê bike û got: ez pir ji vî navî  hezdikim ji ber ku navê gundê ku Rêberê mirovahiyê Rêber APO lê ji dayik bûye, her wiha sedema din ya ku hişt hezkirina min ji vî navî re zêde bibe ew dîmenê ku hat belav kirin û têde dewleta Tirk îşkence û hovîtî li ser cenezayê şervana YPJ Amara Rênas dikir.

Ruken di berdewamiya axavtina xwe de got: dewleta Tirk û çeteyên wê ji îradeya jin ditirsin ji ber vê yekê her tim jinan dikin hedef, lê bila dewleta Tirk baş bizanibe ku îradeya jin ji tang û topên wî bi hêztire û em wek jin soza şopandina riya jinên berxwedêr didin û emê zarokên xwe jî fêrî vê çandê bikin.

Medya Silêman, Lîlav Hesen

Show More
Back to top button