Êzîdiyên Tirbespiyê cejna Êzî pîrozkirin

Gelê êzîdî di hefteya destpêkê ya meha Kanûnê û li gorî sersala kurdî Cejna Êzî pîroz dikin, cejna Êzî bi cejna “Cejna Rojiya Mezin” jî tê naskirin ku di sê heftiya de her heftî sê rojan rojî digrin, 3 rojên şêşimsê, 3 rojên xwedan, 3 rojên êzî piştî 9 rojan rojî sêşem, çarşem û pêncşem roja înê roja cejnê ye.

Îro jî gelê êzîdî li navçeya Tirbespiyê li gorî rê û rismên civaka êzîdî piştî ku ziyareta goran kirin û xêra mirya belav kirin cejna êzî pîroz kirin.

Jinên êzîdî yên navçeya Tirbespiyê ji radyo ya me re axivîn û diyar kirin ku her sal ev cejn bi şahiyan tê pîroz kirin lê îsal ji ber êrîşên heyî û koçbekirina gelê sivîl ev cejn tenê bi ziyretan derbas bû.
Her wiha jinan gotin: em bi hêvîne ku ev cejn bibe cejna xêr û xweşiyê li ser tevahiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Show More
Back to top button