‘Hedef girtina jinan nîşaneya tirsa ji îradeya jinê ye’

Di 9’ê Cotmehê de di salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêber Abdulah Ocelan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin, di van êrîşan de wek her car jin hatin hedef kirin.

li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ji destpêka şoreşê di hemû qadan de jinan xwe bi rêxistin kir û pêşengtî kirin û di parastina destkeftiyan de roleke sereke lîstin, ji ber vê yekê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di êrîşên dewleta Tirk ya dagirker de her jin dibe hedefa sereke ya êrîşan, mînka vê yekê Sekertêra giştî ya Partiya Sûriya Pêşeroj ku di 12’ê Cotmehê li ser rêya navdewletî ya di navbera navçeya Eyn Îsa û navçeya Til Temir de bi kemînekê bû hedefa çeteya û ew bi rengekî hov qetil kirin.

Endama buroya jin ya Partiya Sûriya Pêşeroj Necla Xelef derbarê hedef girtina dewleta Tirk ya dagirker ji jinan re ji me re axivî û got: jin di dîrokê de her pêşengtî kiriye lê heya demeke dirêj ji ber zihniyeta bavik salarî ev maf jê hatibû standin, di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ku bi şoreşa jin hat binavkirin û bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdulah Ocelan careke din bi îradeyek xurt jinê mafê xwe bi dest xist û cihê xwe di hemû qadan de girt.

Necla gotinên xwe wiha dewam kir: di êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê her jin tê hedef girtin û gotina wan ewe ku dibêjin em naxwazin bi destê jinan werin kuştin ev jî nîşaneya tirsa wan ji îradeya jinê ye, dewleta Tirk ya dagirker di 12’ê Cotmehê Sekertêra giştî ya partiya me Hevrîn Xelef bi rengekî hovane ew kir hedef û qetil kirin ruxmê ku ew jineke siyastmedar bû û aşîtî dixwest, lê hovîtiya dewleta Tirk her kesî dike hedef.

Di dawiyê de Necla got: divê li dijî tundiya ku li dijî jin tê kirin helwestek hevpar were nîşandan da ku tundî ji holê rabe û em bang li hemû jinan dikin ku di şexsê şehîd Hevrîn û hemû jinên berxwedêr de tekoşîn were bilind kirin.

Medya Silêman

Show More
Back to top button