‘Her bihostek ji vê xakê bi xwîna Şehîdekî hatiye rizgarkirin’

Piştî ku QSD`ê çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê leşkerî de têk bir, dewleta Tirk a dagirker di êrîşên ku di 9’ê Cotmehê de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir, xwast careke din rê li ber zindîbûna DAIŞ’ê veke.

Di derbarê vê mijarê de Rêveberiya Mala Jin a navçeya Tirbespiyê Etiya Omer nirxandin ji Radiyoya me re kir û wiha got: Erdogan bi İdaya ku dibêje ezê koçberê li cem xwe vegerînim li ser axa wan, êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, gelê ku ji beriya hezarê salane li ser axa xwe dijîn dide koçber kirin, gelo behsî kişan koçberan dike? Tiştekî wiha li holê nîne ji bo ku dagirkeriya xwe berfereh bike êrîş dike.

Etiya gotinên xwe wiha dewam kir: Keç û xortên vî welatî bûn ku şerê li dijî hêza herî xeternak di duniyayê de (DAIŞ’ê) kirin û ew têk birin, Cîhan jî şahêdiya vê yekê kir. Her bihostek ji vê xakê bi xwîna Şehîdekî hatiye rizgarkirin, em vê axa pîroz ji Erdogan û Çeteyên wî re nahêlin. Dewleta Tirk li ser axa Sûriyê dagirkeriya xwe berfereh dike li hember vê jî Rêjîma Sûriyê bê deng e. Lewma jî pêwîste em wek gelê Rojava piştgiriyê bidin QSD’ê û paristina xwe bi xwe bikin.

Ne mafê zarokan ne jî yê jin û ciwanan nayê paristin, bi van gotinan Etiyayê axeftina xwe berdewam kir: Komkojiya ku dewleta Tirk li ser zarokên Efrînê pêk anî hîna di bîra me deye û heya niha jî ji bo hesab ji komkojeran were pirsîn tu saziyekî mafê mirovan gav neavêtiye,  çima ew saziyên ku dibêjin em mafê mirovan diparêsin çavên xwe ji êrîş û komkojiyên ku dewleta Tirk bi ser gelê sivîl de pêk tîne girtine?.

Delal Cemîl

Show More
Back to top button