Parêzerê Ocalan: Her bûyereke li Îmraliyê pêk tê, armanceke xwe ya siyasî heye

Duh li girava Îmraliyê ya ku rêber Abdullah Ocalan lê girtî ye, şewat derket. Wezîrê karên hundir ê dewleta Tirk a dagirker li ser weşana zindî ji raya giştî re parve kir.
Parêzerê rêber Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez di der barê şewatê de erka ku dikeve ser CPT û Wezareta Edaletê ji ajansa ANHA yê re vegot.
Bîlmez diyar kir ku girtîgeha girava Îmraliyê ji 15’ê Sibata 1999’an ve wek statu û navenda rêveberiyeke taybet tê rêvebirin. Bîlmez wiha got: Girtîgeh, 24 seatan hem ji bejahî, hem hewayî û hem jî ji deryayî tê parastin. Ji ber ku di bin kontrola DMME (Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê) û CPT yê de ye, bi hiqûqa Ewropayê ve girêdayî ye. Şert û mercên Îmraliyê ji hemû girtîgehên bi hiqûqa Ewropayê ve girêdayî ne, girantir e.

Bîlmez diyar kir ku ji ber bandor û wateya Ocalan ji gelê Kurd re, hem Tirkiye hem jî pergala navneteweyî di kesayeta Ocalan de polîtîkayên xwe li ser gelê Kurd didin meşandin. Bîlmez wiha axivî: “Şandeya navneteweyî ya Îmraliyê bi wesîleya 15’ê Sibatê serdana Tirkiyê kir. Şandeyê gotibû “Îmralî, hem laboratuara çewisandinê hem jî ya demokrasiye ye”. Vê nirxandinê pêşketin û bûyerên di pêvajoya 21 salan de, bi awayekî vekirî derxistin holê.”
Bîlmez wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her bûyerek ku li Îmraliyê pêk tê, armanceke wê ya siyasî heye. Heta niha me tu agahiyek teqez der barê vê bûyerê de wernegirtiye, her wiha em ji rewşa muwekîlê xwe jî bê xeber in. Ji ber ku me ji 12’ê Tebaxê ve tu agahî ji Ocalan û muwekîlên xwe yên din negirtiye. Di demekê de ku mafê hiquqî yê hevdîtina bi malbat û parêzeran re bi awayekî bêhiqûqî jê hatiye standin, pêkhatina bûyereke wiha, bi awayekî xwezayî me hemûyan ditirsîne.”
Bîlmez, piştî derketina şewata li Îmraliyê, derketina gel a qadan û xwedîderketina li Ocalan wiha nirxand: “Di navbera birêz Ocalan û gelê Kurd de girêdaneke dîrokî ya hestiyarî û fîzîkî heye. Hîn salek di ser grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê re yên ji bo protestokirina tecrîda li ser birêz Ocalan, derbas nebûye. Nêzî 3 hezar kes beşdarî van çalakiyan bûbûn. Gelê Kurd di nava salên derbasbûyî de dît ku tenduristiya birêz Ocalan, tenduristiya civakî ya wan e.

Bîlmez ku hevdîtina parêzeran a piştî 8 salan ji 2011’an, serdana CPT’yê ya bêyî bernameya serdanê û gotina wezîrê edaletê Abdulhamît Gul a “Biryarên têkildarî qedexeya hevdîtinê hatin rakirin û derfeta hevdîtinê hate peydakirin” bi bîr xistin û wiha pê de çû: “Her wekî îro jî em dibînin, divê kiryarên li Îmraliyê wek Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê werin dîtin û divê bûyer û pêşdeçûn timî bên şopandin. Ji ber ku her wekî tê dîtin, ruxmî serdana CPT’yê û daxuyaniya Wezareta Edaletê jî heman kiryaran dîsa dest pê kir û heta carinan girantir kirin.

Show More
Back to top button