‘Heta ku Dewleta Tirk di xaka me de ye aşîtî pêk nayê’

Artêşa Tirk a dagirker di 20’ê Çileya 2018’an de bi 72 Balafiran bi dijwarî êrişî Efrînê kir û di 18′ ê Adara heman Salê de kantona Efrînê bi giştî dagir kir, bi hezaran şêniyên wê koçberkirin, taybetmendî û demografiya Efrînê ji roja ku hatiye dagir kirin di nav guhertinê de ye.

Derbarê mijarê de jina Efrînî ya bi navê Leman Muhemed ku ji herêma Cindirêsê ye û niha li navçeya Tirbespiyê dimîne ji Radiyo ya me re axivî, dagirkerya Tirk bi tundî şermezar kir û got: heta ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê di xaka me de bin tu caran aşîtî li hermên me pêk nayê û wê rehetî ji me re tune be, weke ku me 58 rojan li Efrîn di bin balafir û tobaranê de li ber xwe da emê li vê derê jî berxwedana xwe bidomînin heta ku em dagirkeran ji tevahî Sûriya yê derxînin.

Leman di berdewama axavtina xwe de bal kişand li ser hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û got: ji roja ku Efrîn ji aliyê faşîstan ve hatiye dagir kirin û heta niha rojane qetilkirin, revandin, guhertina demografî û dest dirêjî li hember jinan tê kirin gelên dev ji malên xwe bernedan û li Efrînê man bi xeteriyê re rû bi rû dimînin, ew pereyan didin ji bo ku di malên xwe de bimînin. Ew şûnwarên ku bi hezarên salan li Efrînê bûn ji hovîtiya çeteyan xelas nebûn.

Leman wiha dirêjî da axavtina xwe: Tevahî hêzên ku îda’a dikin ku hewl didin aloziya Sûriyê çareser dikin divê sînorekê ji binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê re deynin, çete li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê sipî guhertina demografî pêk tînin welatiyên resen ji warên xwe tên koçber kirin û ew malbatên çeteya yên ku Erdogan bazaran li ser hijmara wan dike li van herêman tên bicih kirin.

Leman di dawiya axavtina xwe de bang li tevahî dewletên navnetewî kir ku bixebitin da ku sînorekî ji komkojiyên Tirkiyê re deynin.

Show More
Back to top button