Meclisa Jinan a Sûriyê banga rawestina binpêkirinên Tirkiyê li civaka navdewletî kir

Meclisa Jinan a Sûriyê têkildarî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li Sûriyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

‘‘Hêzên Tirk û hevkarên wê yên çeteyên opozisyona çekdar a Sûriyê dijminahiya xwe li ser xaka Sûriyê didomîne, hemû cûre çekên esîmanî û bejahî bi kar tîne. Bajarê Idlibê û gundewarên wê rastî hemû cûre topbaran û êrişên bêserûber ên bi balafirên şer ên tirkiyê û moşek û obusên giran hat. Di encamê de bi dehan kes hatin qetilkirin û hatin birîndarkirin. Her wiha binsazî û milkên giştî û yên taybet hatin rûxandin..

Hêzên artêşa Tirk a dagirker û çekdarên pê re hevkar, bizanabûn bi tamamî bajarê Idlibê û gundewarê wê dorpêç kirin. Di encamê de şêniyên gund û taxên bajarê Idlibê ya li bakurê Sûriyê bi pêkhateyên xwe yê cuda ji ber binpêkirinên hêzên dagirker ên ku tev li Mertala Biharê bûne, rewşek trajedîk dijîn.

Wek Meclisa Jinan a Sûriyê em bi tundî tevahiya binpêkirinên li dijî şêniyên Sûriyê û li dijî axa Sûriyê ji hêla hêzên artêşa Tirk a dagirker ve pêk tên şermezar dikin. Êrişkirina bajarê Idlibê û bajarê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina hinek herêman kiryarek ne rewa ye. Li dijî rêgezên NY û qanûna navneteweyî ye. Em tevahiya binpêkirinên hêzên artêşa Tirk a dagirker şermezar dikin. Kirinên wê ne nû ne, Tirkiyê Lîwa Skenderon desteser kir û aloziya Sûriyê bikar anî da ku beşên giran buha ji axa Sûriyê di bin hincetên ne rast de mîna Ezaz, Bab, Efrîn, Cerablus, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin û bû sedema kerastek mirovî û gelek sûcên hovane li djî gelê Sûriyê pêk anîn.

Em piştgiriya xwe bi hemû malbatên qurbaniyên Sûriyê û koçberên li ser sînor yên ku Tirkiya wan ji bi armanc û siyasetên xwe bi kar tînin, tînin ziman. Tirkiyê bi van kiryaraên hemû pîvanên navdewletî, miorvaî û exlaqî binpê dike.

Em sersaxiyê ji malbatên welatiyên Sûriyê yên ku hatin qetilkirin re dixwazin û şîfa lezgîn ji birîndaran re dixwazin.

Em bang li civaka navdewletî dikin ku bi lez bikeve tevgerê û sînorekî ji dijminahiya Tirkiyê re deyne ji ber serdestiya Sûriyê binpê dike û xebatê çareseriya siyasî û têkoşîna li dijî terorê li Sûriyê asteng dike.‘‘

Show More
Back to top button