Rêveberiya Xweser bang li Rûsya û Amerîkayê kir: Helwestên cidî diyar bikin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê êrişên dewleta Tirk û bombebarana li ser maleke li gundê Helincê yê Kobanê de ku di encama wê de 3 jin şehîd bûn, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha ye:

Dewleta Tirk di 23`yê Hezîranê de (duh) bi balafireke bêpîlot êrişî maleke sivîlan li gundê Helincê yê Kobanê kir û di encama wê de 3 jin şehîd bûn û hejmarek birîndar çêbûn.

Ev êriş di çarçoveya rêzeêrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê me de pêk hat. Ev êriş binpêkirina qanûnî û exlaqî ji lihevkirinên di navbera Rûsya, Amerîka û dewleta Tirk de diyar dike. Her wiha berdewama êrişên ku dewleta Tirk li dijî  gelê başûrê Kurdistanê pêk tîne û sivîlan dike hedef. Ev yek yekser hedefgirtina îradaya jinan û têkoşîna wan a demokratîk e.

Ev êriş niyeta Tirkiyê aşkera dike ku ew guh nade jiyana şênî û sivîlan bi taybet di dema agirbestê de ku ji ber Koronavîrusê hatibû sekinandin. Her wiha şerekî pir xeternak û ne bi berpirsyariya exlaqî û qanûnî ku Tirkiye her tim bi rêya êrişên xwe radigihîne, derdixe holê.

Em wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dijminatî û şerê li dijî sivîlan şermezar dikin. Em tekez dikin ku ev êriş tu carî me ji têkoşîna demokratîk bi paş de naxe bi taybet têkoşîna jinan û rola wan a dîrokî di têkoşîn û berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de.

Em bang li Rûsya, Amerîka û NY`yê dikin ku helwestên cidî û diyar der barê êrişên nerewa de, bistînin.

Her wiha em bang li gelê xwe yê li tevahî herêman û li derveyî welêt dikin ku dakevin qadan û êrişên dewleta Tirk şermezar bikin, tedbîrên pêwîst ji bo Koronavîrusê bigrin, siyaseta dewleta Tirk û sûcên ku pêk tîne ji tevahî cîhanê re aşkera bikin. Em sersaxiyê ji malbatên her sê şehîdên xwe re dixwazin ku di duh di encama bombebarana dewleta Tirk de şehîd bûn.”

Show More
Back to top button