Jinên Ciwan: ‘Emê faşîzmê birûxînin û teqez bi serkevin’

Bi dirûşmeya ‘Dem dema azadiyê ye emê teqez  bi serkevin’ ciwanên herêma Cizîrê di çarçoveya piştgiya pêngava KCK`ê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Kurdistanê û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, bi meşeke dirêj ji Bajarê Qamişlo ber bi Dêrikê ve meşyan.

Ciwanên ku tevlî meşê bûne tecrîda li ser Rêber Ocelan Şermezarkirin û gotin: emê li ser piyabin heta em Rêberê xwe azad bikin.

Ciwana bi navê Wefa ya ji Qamişlo ji Radyo me ra axifî û wiha got: em wek ciwan armanca me ji vê meşê şikandina tecrîda li ser Rêber APO ye, bi tevlîbûna gelek ciwanên herêmê meşa me ji Qamişlo destpêkir, bi moral û kêfxweşiyek mezin em tevlî vê meşê bûne. wek jinên ciwan emê li ser piyabin û li hember dewletên kompiloger û faşist bisekinin ta em bigihin armanca xwe.

Her wiha ciwana bi navê Renda ya ji Tiltemir jî got: Wek ciwanên Rojava me piştgirî da pêngava KCK’ê û me dest bi vê meşa dirêj kir ji bo ku em li hember êrîşên dagirkeran biseknin û Rêberê mirovahiyê azad bikin. Dewleta faşist Tu carî nikare ruhê di nava ciwanan de bide parçekirin ji ber ku bi ramanên Rêber APO ev ruhê ciwantî hatiye avakirin.

Delal Cemîl

Show More
Back to top button