YPJ’ê Arîn Mîrkan bi bîr anî

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Arîn Mîrkan di salvegera 6’an a şehadeta wê de bi bîr anî û diyar kir ku wê bi ruhê Arîn Mîrkanan xwedî li pêngava ‘dema azadiyê’ derkevin.

Daxuyanî wiha ye:

“Di salvegera 6’an a çalakiya canbexşane ya ku hevrê Arîn Mîrkan li Kobanê ya berxwedêr li dar xist, em şehîd Arîn Mîrkan ku bi jiyana xwe ya şoreşgerî û çalakiya wê ya ku li cîhanê deng veda, bi rêzdarî bi bîr tînin. Hevrê Arîn rêgeza welatparêziyê ya bîrdoziya rizgariya jinê dil û mêjiyê xwe ava kiribû û bi vî awayî karibû di serdema herî giran a şerê Kobanê de bi çalakiya xwe li tevahî cîhanê deng vede. Arîn bû remza jinên Kurd ên leheng û hêza rêxistinkirî ya jinên Rojhilata Navîn. Hevrê Arîn ji bo jinan û tevahî gelan bû nexşerêya parastina ax û welat. Ji bo gelê Kurd ku bi salan bû di bin siya dagirkeriyê de dijiya, bû hilmek ji azadiyê û ji bo neyarên gelê Kurd ku li benda mizgîniya ketina Kobanê bûn, bû bersiveke mezin. Bi vî rengî hevrêya me Arîn Mîrkan tola herî mezin ji dijminê Kurdan ê ku bi salan e her cure êriş, komkujî, îmha û înkarkirinê dimeşîne ji Erdogan û çeteyên DAIŞ’ê girt.

Kesayeta heval Arîn, rêbaza jiyana wê û çalakiya ku wisa li dar xist ji bo artêşa me her dem dibe baweriya hêz û moraleke mezin ku em jî wek şopdarên hevala xwe Arîn bi biryar têkoşîna xwe didomînin û mezin dikin. Avakirin û mezinbûna YPJ’ê îlhama xwe ya herî mezin ji pêşengên wekî Rêvan Kobanê, Zehra Penaber, Destîna Qendîl, Jiyan Rojhilat, Gulan Batman û Arîn Mîrkanan girt. Çalakiya hevrê Arîn di gelên ku bi hêviya azadiyê dijîn de hesta welatparêziyê xurtir kir û Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê ji bo ku xwe bighînin wê cenga berxwedanê ber bi Kobanê ve ketin rê. Heval Arîn bi çalakiya xwe wîjdanê mirovahiyê şiyar kir û ji her deverên cîhanê bi sedan kesên azadîxwaz cihê xwe di refên YPJ û YPG’ê de girtin.

Serfaşîstê mezin Erdogan û çeteyên xwe jî ger roja îro ji bo serhildanên 6-8 Cotmehê êrişê HDP’ê dike, girtin, îşkenceyan dike, ger Kurdistaniyên Bakûrî ji helîkopteran diavêje, tecawiz û tacîzan li ser jinan rewa dike sedem, ne qebûlkirina binketina xwe ya ku di Kobanê de jiyan kiriye. Erdogan baş dizane ku jinên Kurd bi her awayî xwe bi rêxistin kirine, bûne xwedî hêz û ji dagirkeran re meydan dixwînin. Her wiha baş dizane wê roj were ku têkoşîna Arînan Kurdistanê azad bike. Ji ber vê jî bi rengek hovane, her cure êrişê li ser gelê me dimeşîne. Va ye îro jî hewldanên dagirkeriyê bê navber didomin. Îro di bin navê ewlekariya sînoran de xendek, çeper û baregehên nû tên çêkirin. Ev jî di bin serweriya PDK’ê de tê kirin û ev nîşaneya hevkariya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker re ye. Ji ber wê em bang li tevahî jinan û gelê xwe dikin ku bi tundî li dijî van hewldanên dagirkeriyê derkevin.

Em wek Fermandariya Giştî ya YPJ’ê pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ silav dikin. Em wek şopdarên Arîn Mîrkanan dibêjin ku em tecrîdê, faşîzmê û dagirkeriyê napejirînin û ji bo azadiya rêber Ocalan û welatê xwe li gorî soza ku me daye Arînan em ê heya dawî têkoşîn bikin û xwedî li vê pêngavê derkevin. Ji ber dilsoziya Arînan têkoşîneke bi vî awayî bilind ji me emir dike.”

Show More
Back to top button