2’emîn konfransa Tevgera Kevana Zêrîn bi avakirina meclîsê bi dawî bû

Tevgera Kevana Zêrîn bi dirûşmeya Bi çanda jina azad hûnera şoreşê birêsin û dagirkeriyê têk bibin” 2’emîn konfransa xwe li dar xistibûn, bi avakirina meclîs û birryarên girnîg bi dawî bû.

Piştî xwendina rapora du salan û nîqaşkirina li ser rewşa rêxistinî û kar û xebatên Tevgera Kevana Zêrîn, rêziknameya Tevgera Kevana Zêrîn ji aliyê endama komelaya jina rewşenbîr Ahîn Mihmed ve hate xwendin û ji aliyê kesên hazir ve hatin erêkirin. Paşê biryar hatin dayîn.

Biryar wiha ne:

*berpisiyartiya yekem a Tevgera Hîlala Zêrîn, fikir û ramanên Rêber Apo di xet û kesayeta xwe de hundirîn kirin û bi riya çand, wêje û hunerê gihandina gelan û belavkirine

*li hmberî kompiloya navnetewî û rûxandina pergala Îmralî hemû komîte û beşên çand û hunerê ya Tevgera Hîlala Zêrîn, tekoşîna azadiya Rêber Apo weke mijara serekebingeh digre.

*Tevgera Hîlala Zêrîn, li hember qirkirina çandî û civakî yê modernîteya kapîtalîst têdikoşe.

*vekirina navneda Hîlala Zêrîn li kantona Hesekê

*di hemû navndên me de, ji bo tomarkiirna arşîva şehîdaên çand û hunerê û wergirandina wan bi cureyên hunerî û wêjeyî kar û xebatên taybet bên meşandin.

*ji bo ku girêdana ax û welat pçşbikeve û kurtikurt bibe, vegera welat çêbe, xebatên çandî, hunerî û saziyên çand û hunerê bibin pêşengtî dike.

Paşê 42 jin ji bo avakirina 5 meclîsên Tevgera Kevana Zêrîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê hatin pêşniyar kirin.

Show More
Back to top button