Kongreya Star: Em ê xebatên xwe yên ji bo mafên zarokan berfireh bikin

Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser polîtîkayên ku dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî li dijî zarokan dimeşîne û diyar kir ku bi boneya salvegera qebûlkirina Peymana Mafên Zarokan a Cîhanê dê xebatên xwe yênji bo mafên zarokan berfireh bikin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Îro 20’ê Mijdarê ye, salvegera Peymana Mafên Zarokan a Cîhanê ye ku di sala 1925’an de bi beşdariya 54 welatan hate pejirandin û 193 welatan jî erê kiriye. Her çend ev peyman hebin jî, li tevahiya cîhanê zarok tên qetilkirin,tacîz û tecawiz lê tê kirin, birçî dimînnin, barê giran ê koçberî, bêkarî, perwerdeya şaş û polîtîkayên tenduristiyê yên şaş li ser milê wan dimîne. Bi milyonan zarok ji mafên perwerde, starbûn, parastina ji tundiyê û xwetêrkirinê bê par dijîn û dibin qurbaniyên çeteyên fihûş û hişbirê. Cîhan ji bo zarokan dibe dojeh. Di sedsala 21’an de li rex qirkirina jinan, qirkirina zarokan jî pêk tê. Tundiya giran a li dojî jinan, bandora xwe li zarokan jî dike. Ji ber vê yekê jî divê ne tenê di 20’ê Mijdarê de, her roj ji bo mafên zarokan têkoşîn bê kirin, heke na; em nikarin zarokên xwe biparêzin û cîhaneke baş jê re bihêlin.

Li tevahiya Sûriyê ev 9 sal e şerekî bêrehm dewam dike. Di vî şerî de zarok bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin, her wekî di Cotmeha 2019’an de dema ku dewleta Tirk a dagirker êrişî Serêkaniyê kir û bi çeka fosforê Mihemed Hemîd ê 13 salî birîndar kir. Di teqîna li Qamişloyê de ya 27’ê Tîrmeha 2016’an û di êrişên çeteyên DAIŞ’ê de zarok hatin qetilkirin. Zarok li Til Rifetê dema ku li baxçeyê dibistanê ji xwe re dilîst, bi topbarana artêşa Tirk a dagirker 9 zarok hatin qetilkirin, 9 zarok jî birîndar bûn. Di encama şerê li Sûriyê de bi sed hezaran zarok neçarî koçberiyê bûn.

‘AKP Û ERDOGAN NAHÊLIN ZAROKÊN ME BI EWLE, ARAM Û AŞTIYANE BIJÎN’

Di rêyên koçberiyê de bi hezaran zarok an xeniqîn, an winda bûn, an ketin destê mafyaya organan an jî di şertên giran de kirin karker. Şerê ku li welatê me ferz kirin, rengê êşê yê zarokan afirand. Berpirsyarê sereke yê vê yekê Erdogan û hikmumeta AKP’ê ye ku di destpêkê de bi destê çeteyên DAIŞ’ê, dûre jî yekser şer li xaka me ferz kir. AKP û Erdogan dîktatoriyeke faşîst e ku divê demildest ji holê rabe. Astengiya herî mezin e ku nahêle zarokên me bi ewle, aram û aştiyane bijîn. Hikumeta AKP’ê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî sedema îstîsmarkirina bi hezaran zarokan û di temenê biçûk de zewicandina wan e. AKP di zindanan de mafên azadî û jiyaneke tendurist ên bi hezaran zarokan desteser dike. Li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi domdarî şer ferz dike, ji bo zarokên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe xetereya herî mezin. Li herêmên ku çeteyên AKP’ê û Erdogan dagir kirine, zarok tên revandin, zewicandina zarokan tê ferzkirin, mafê zimanê dayikê tê xespkirin, tecaewiz lê tê kirin û heta çete îşkenceyê li bebikan jî dikin. Pêngava destpêkê ku li Sûriye û Rojhilata Navîn zarok pê bikarin tendurist, aram û şad bijîn, ew e ku hikumeta AKP’ê ya bi serkêşiya Erdoganê dîktator, were têkbirin. Ji bo vê yekê em bang li hemû jin, dayik û ciwanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku li hemberî dîktatoriya Erdogan werin em têkoşîna xwe bilind bikin.

‘ZAROKÊN XWE NEKIN QURBANIYÊN POLÎTÎKAYÊN ŞER ÊN DEWLETAN’

Silavên me li hemû zarokan in ku li gelek welatên cîhanê li dijî şer û xizaniyê li ber xwe didin. Silavên  me li dil û giyanê wan zarokan in ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî şer, koçberî û xizaniyê şerê man û nemanê dikin. Bi boneya Roja Mafên Zarokan a Cîhanê em bang li dê û bavan û mamosteyan dikin; zarokên xwe nekin qurbaniyên polîtîkayên perwerde, tenduristî, pişaftin û şer ên dewletan. Xwedî li mafê zarokên xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê û çanda xwe mezinbûnê, derkevin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nemaze li Rojava, di serî de li dijî dewleta Tirk a dagirker û dewletên din bi fihûş, sîxurî û hişbirê polîtîkayên şerê taybet li dijî zarokan dimeşînin; em li dijî vê yekê têkoşîneke birêxistinkirî bimeşînin! Em wek Kongreya Star, ji bo ku zarokên me di cîhaneke xweştir, ewletir û aştiyane de bijîn, em ê têkoşîneke xurt bimeşînin û xwe bi rêxistin bikin.

‘AZADÎ DI ZAROKATIYÊ DE DEST PÊ DIKE’

Komîteya Zarokan a di bin banê Komîteya Sosyal a Kongreya Star de hatiye birêxistinkirn, dê di pêvajoya pêş de xebatên xwe berfireh bike. Me Komîteya Zarokan bi perspektîfa rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Azadî di zarokatiyê de dest pê dike” bi rêxistin kir û bi rêxistinên jinan û Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser re xebatên hevpar dimeşîne. Em ê van xebatên xwe lezgîntir bikin. Em têkildarî amadekirina Peymana Mafên Zarokan, avakirina meclisên zarokan û tevahiya pirsgirêkên ku li zarokan tên ferzkirin, projeyên piralî amade dikin. Ji ber ku em bawer in ku bi qasî ku em sedsala 21’an bikin sedsala jinan, dê ew qas jî bibe sedsala zarokan. Bi vê biryardariyê em wek Kongreya Star soz didin ku ji bo azadî û dilxweşiya zarokan têkoşîna xwe bibandortir û birêxistintir bikin. Em hemû zarokên ku şehîd bûne û jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî bi bîr tînin û zarokên ku birîndar bûne û êş kişandine jî, bi dil û can hembêz dikin.”

Show More
Back to top button