ji bo piştgiriya Şengalê gelê Tirbespiyê daketin Qadan

Bi armanca piştgirtiya Şengalê û şermezarkirina kompiloyên li ser Şengalê şêniyên navçeya Tirbespiyê meşek li darxistin. Meş ji pêşiya navenda Kongra Star a navçeyê destpêkir heya ber bi navenda Ciwanên Şoreşger berdewam kir. Di meşê de siloganên ‘bijî berxwedana Şengal’, ‘bimre îxanet’ hatin perzkirin. Li pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger meş veguherî mîtîng, mîtîng bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir paşê bi navê êzîdiyên navçeya Tirbespiyê Hediya Şemo axivî û got: peymana ku di 9’ê Cotmehê de di navbera Hikumeta Bexda û Hewlêrê de pêk hat berdewamiya fermana 2014’ye, gelê Şengalê bi xwîna zarokê xwe Şengal ji Çeteyên DAİŞ’ ê rizgar kir û Rêveberiya xwe ya Xweser îlankir. Tu carî qebûl nakin ku di derheqê wan de peyman werin İmzekirin.

Bi perzkirina siloganan meş bi dawî bû.

Show More
Back to top button