Êzîdiyên Tirbespiyê: Peymana li ser Şengalê kompiloyeke nûye li ser êzîdiyan

Êzîdiyên Navçeya Tirbesipiyê têkildarî peymana li ser Şengalê ya di navbera hikumeta Bexda û Hewlêrê de ya ku di 9’ê Cotmehê de imze kirin, ji radiyoya me re axivîn û gotin: peymana bê nêrîna gelê Şengalê nayên qebûlkirin.

Jina bi navê Leyla İbrahîm peymana li ser Şengalê şermezar kir û got: “di sala 2014′ ê fermanek bi serê gelê Şengalê de hat, bi hezaran gel hat koçberkirin, jin û zarok li bazaran hatin firotin lê mixabin qaşo kesên ku Şengal diparastin di wê demê de pişta xwe dan gelê Şengalê li wan xwedî nederketin. Dijmin bi vê peymanê dixwaze careke din fermaneke siyasî bi serê gelê êzîdî de bîne. Hikumetên Bexda û Hewlêrê ev peyman imze kir bêy ku li gelê Şengalê vegere û nerîna wan bixwaze, wek gelê êzîdî em vê peymanê qebûl nakin û itîrafê pê nakin.”

Faris Şemo jî got: “gelê Şengalê piştî fermana dawî ya li ser Şengalê, ji destpêkê xwe birêxistin kirin, sazî û komînên xwe ava kirin û Rêveberiya xwe ya xweser îlankirin, dijmin careke din dixwaze bi peymanan fermanek nû li ser gel Şengalê çêbike û careke din vî gelî bide koçberkirin û qetilkirin. Bê nerîna gelê Şengalê peyman nayên qebûlkirin, di fermana 2014′ ya bi serê gelê êzîdîde hat hikumeta Bexda û Hewlêrê li kuderê bûn pişta xwe dan gelê Şengalê niha bi çi mafî peymanan li ser Şengalê îmze dikin.”

Di dawiyê de Faris Şemo wiha got: “ez bang li her mirovekî dikim ku piştgirtiya Şengalê bikin û vê peymanê şermezar bikin ta ku tişta di sala 2014’an de çêbû careke din dubare nebe.”

Delal Cemîl

Show More
Back to top button