Meclisa Giştî ya PYD`ê cejna Noelê li xiristiyanan pîroz kir

25`ê Kanûnê (sibê) cejna Noelê ye. Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi peyamekê xiristiyanên li Sûriyê û cîhanê bi vê boneyê pîroz kirin.

PYD`ê di peyama xwe de bang li tevahiya gel û pêkhateyên Sûriyê kir ku yekitiya xwe ya nîştimanî biparêzin û jiyana hevbeş xurt bikin. Peyama PYD`ê wiha ye:

“Bi boneya rojbûna pêxember Îsa û bi boneya cejna sersalê, em xwişk û birayên xwe yên xiristiyan ên li Sûriyê û cîhanê, gelê me yê Kurd û tevahiya pêkhateyên Sûriyê pîroz dikin.

Bi vê boneyê em bang li tevahiya gel û pêkhateyên Sûriyê dikin ku yekitiya xwe ya nîştimanî biparêzin û jiyana hevbeş xurt bikin. Em bang li tevahiya hêzên nîştimanî, partiyên siyasî, rêxistinan û kesayetên serbixwe dikin ku bibin yek, bi hev re kar bikin da ku piştgiriyê bidin têkoşîna hêzên xêrxwaz û yên ku hewl didin civakekê bi giyanê demokratiyê ava bikin, bi şêwazekê ku edalet û azadî ji tevahiya gelan û pêkhateyên Sûriyê re pêk were.

Bi vê boneyê em girîngiya jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên gelê me de, piştrast dikin. Em hêvî dikin ku cejna Noelê û sersala nû bibe destpêka pêşerojeke nû.”

Show More
Back to top button