Şêniyên Tirbespiyê hêvî dikin ku sala nû bibe sala aramî û aşîtiyê

Radiyoya me daxwaz û hêviyên Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya ji sala 2021’an guhdarkirin. Ş4êniyan hêvî kirin ku sala nû bibe sala aramî û hevgirtinê herwiha daxwaz kirin ku bibe sala yekîtiya gelê kurd.

Jina ya bi navê Yasimîn Hesen hêviyên xwe di sala nû de ji Radiyoya me re vegot: “sala 2020′ an li ser me zor bû ji her alî ve bi tayîbetî ji aliyê abûrî ve, nirxê pereyê Sûrî li beramberî dolar ket ji ber vê yekê di vê sala derbasibûyî de rewşek zehmet hat jîn, wekî din jî di vê salê de ev pandemiya Koronayê ku bi awayekî bilez li cîhanê belav bû û heya niha derman jê re nehatiye dîtin hişt ku sala 2020′ an nexweş derbas bibe. Ez bi hêvîme ku ev sala nû bi xweşî bi ser herkesî de were û bibe sala bidawî bûna vê pandemiyê û salek bi aram û aşîtî bê.”

Herwiha  jina bi navê Xerma Elî jî daxwaz û hêviyên xwe gotin: “di vê sala derbasibûyî de gelek êrîş ji aliyê dagirkeran ve li ser herêmên me hatin kirin, di vê salê de gelek jin li herêmên dagirkirî hatin qetilkirin û revandin, bi zor û zehmetiyan sala 2020′ an hat derbaskirin. Wek jin hêvî û daxwaza me bi hatina sala nû ewe ku Rêberê mirovahiyê Rêber APO azad bibe û em wî di nava xwe de bibînin, êrîşên dagirkeran li ser me werin sekinandin û herêmê me ji dewleta Tirk werin rizgarkirin ta ku ev gelê koçber li cih û warê xwe vegerin û bi aramî jiyan bikin”.

Mihemed Hesen jî axivî û wiha got: “em dixwazin sala 2021’ê saleke baqij û sivik bê ta ku em vê sala li ser me  derbasibûyî jibîr bikin, hêviya me ya hertim jî jixwe ewe ku gelê kurd yekîtiya xwe ava bikin ta ku gelê kurd rehet bibê û ev kula me ya bi salan di vê salê de pêk werê û em karibin xweş û aram di herêmên xwe de jiyan bikin.”

Delal Cemîl

Show More
Back to top button