‘Dê NuJINHA bibe dengê hemû jinan’

Bi pêşengiya Weqfa Çandê ya Medyayê ya Jinê ya navenda wê Swêd e, NuJINHA dest bi weşanê kir. NuJINHA’yê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dest bi weşanê hatiye kirin.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Bê guman referansa nûçegihaniya heyî, hişmendiya deshilatiya mêr e û li gorî rewşa heyî heta dawiyê mêrane û zayendperest e.

Medyaya feminist, demeke dirêj e daketiye vê qadê û teşhîr dike bê çawa bi rêya medyayê, jin daxistine asta regeza duyem, ew çawa bêqîmet kirine, her wiha medyaya heyî çawa jinê jinedîtîve tê û lênêrîna wê ji bo jinan çawa ye.

Li tevahiya cîhanê têkoşana jinan a ku van salên dawî li dijî tundiya mêrê serdest, deshilatiya mêrê muhafazakar û baviksalar pêş ketiye, bandoreke mezin pêş xist. Weke ku di mînaka welatê Şîlî de jî me dît, têkoşîn dike ku deshilat û serdestiya mêran, paş de gav bavêje. Têkoşîna jinan a ku di seranserê cîhanê de mezin bûyî, di qada medyayê de jî xwe daye dîtin.

Ji blogên takekesî heta ew jinên ku di qadên curbecur de dixebitin, em dîbînin ku jin di ferqê de ne û ew rola ku zayendperestiya mêr ji bo jinê pesend kiriye, jin di xebatên xwe de, di weşanan de vê ferasetê teşhîr dikin.

Lê ji bo me ya girîng ew e ku bi teşhîrkirina deshilatiya mêran û bandora wê ya li ser medyayê,  em ê li cihê wê çi bi cîh bikin.

Di vê qonaxa heyî de, em komek jinên rojnameger ên li Rojhilata Navîn dijîn, ji bo avakirina zimanê nûçegihaniyeke ji zayentperestiyê pakbûyî, ev demeke dirêj e em nîqaş dikin.

Di encama nîqaş û guftugoyên me de, him derbarê sûdwergirtina ji ceribandinên medyaya jinan de û him jî derbarê mijara ku em li ser esasê vê mîrasê dikarin zimanekî çawa ava bikin de, me qonaxek diyarker li pey xwe hişt.

Li hemberî hişmendiya deshilatdariya mêran ku derbarê bedena jinan de, heta asta ku wê çi li ber bike, çawa bipeyve, divê çend zarok bîne dinê, zarok ji ber xwe bibe an na yanî kurtaj ku “aqil” dide jinan û ew li gorî xwe ava dike, em xeteke weşangeriyê diyar dikin da ku zimanekî gerdûnî yên jinan ava bikin.

Dema ku em vê dikin jî ne ku weke heta niha tiştek nehatiye kirin û em ji sifirê dest pê dikin na,  ji wan ceribandinên ku li ser vê erdnîgariya ku em lê dijîn, li ber çavan digirin û plan dikin bê li ser vê bingehê xeteke weşangeriya jinê pêş bixin.

Weke tê zanîn Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) ku di sala 2012’an de li Amedê dest bi weşanê kir û di mijara nûçegihaniya jinê de heta astekê hat, paşê bi destên dewleta tirk ve hat girtin.

Girtina vê ajansa ku di aliyê nûçegihaniya jinê de xwedî giringiyeke mezin bû, hewla bêdengkirina medyaya feminist bû. JINHA her çend ji aliyê jinên kurd ve hatibe avakirin jî, ew mîrasa hevbeş a jinên ji hemû bawerî û gelên cuda yên li ser vê erdnîgariyê dijîn bû.

Bi vê hişmendiyê, dema ku me amadekariya weşaneke din dikir, ji bo xwedîderketina li vê mîrasê me navê xwe weke NuJINHA diyar kir.

Ji bo NuJINHA bi qasî salekê ye me amadekariyên xwe berdewam kir. Her wiha bi boneya avakirina zimanê gerdûnî yê jinan wê amadekariyên me bidomin.

NuJINHA ku wê bi zimanên Erebî, Kurdî, Farisî, Tirkî û Înglîzî weşanê bike, ji Qahîreyê heta Stenbolê, ji Tehran û Qabûlê heta Beyrut û Şamê, ji Qamişlo û Sanayê heta Bexda û Rebatê, wê sînoran derbas bike, bajar bajar dîroka jinan û pêşeroja wan bike mijar û weşangeriyeke li ser vê bingehê wê ji bo xwe esas bigire.

Me bi xebateke hevbeş a bi Weqfa Çanda Çapemeniya Jinê ku navenda wê li Swêdê ye, biryara lidarxistina vê weşanê girtiye. Em dixwazin bi weşana xwe li hember ‘bênûneriya’ jinê ya di qada medyayê de nûneriyek nû pêş bixin û bibin dengê hemû jinan.

Dê NuJINHA rêwîtiya xwe bi wan kesên ku li derdora azadî û şînahiya ezmanan kom dibin re berdewam bike. Wê bê cudakariya di navbera ziman, bawerî û rengan de, wê bibe dengê ‘netewa jinê’ û vê bidomîne.

Ji logoya xwe heta kategoriyên sîteyê û formata nûçeyên xwe, bi şêwaza hevsengiya jin-mêr, mirov-xweza, gel, civak û çînan li gorî jiyanek azad e. Perspektîfa jiyana hevseng û azad ku wê bi pêşengtiya jinê pêk were di xebata xwe de dihewîne.

Her çend em neçarî hilbijartina rengekê hatibin kirin jî, em bi hişmendiya ku hemû reng ên jinan in û jin dikarin xwe di hemû rengan de ava bikin, tevgeriyan. Me xwest bi vê rengîniyê çîrokên jinan, portre, kêfxweşî, xemgînî, trajedî, deng û serkeftinên jinan bidin dîtin.

Em bi vê xeyala xwe û bi wan jinên ku hevrê ne ji bo vî xeyalî, dest bi rêwîtiyeke nû dikin.

 

Show More
Back to top button