Erîfa Bekir: Çavên me vegera li Efrînê ye

Bi boneya salvegera 3`yemîn a êrişa dewleta Tirk a li ser Kantona Efrînê, Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Erîfa Bekir ji Radyoya me re axivî û got: 20’ê Çileya 2018’an li ser me rojeke reşe.

Erîfa Bekir wiha dest bi axeftina xwe kir: Efrîn her netew hembêz dikir, bajarê bi aram her kesî berê xwe didayê. di sibeha 20’ê Çileya 2018’an de asîmanên Efrîna rengîn û bi ewle bi 72 belafirên dewleta faşist hat dagirtin. Wek gelê Efrînê êdî me nizanî bû bê ka çi li ser serê me diqewimê, di destpêkê de sivîl kirin hedefa  êrîşên xwe, gelek gelê sivîl hatin Şehîd xistin. Şêniyên ku di Efrînê de jiyan dikirin gotin bila em di vê xakê de bimirin û em xaka xwe ji dijminan re nahêlin.  gelê Efrînê bi hemû pêkhatiyên xwe 58 rojan di Efrînê de li hember balafirên dewleta Tirk li berxwedan. Rojên pir bi êş û zehmetî me jiyan kirin, Bi gotinan em nikarin hestê ku me di wê demê de jiyan kiriye bînin li ser ziman. Pir zehmete ku mirov bi darê zorê ji bajarê xwe werê koçberkirin.

Erîfayê wiha gotinên xwe berdewam kir: kompiloyek navnetewî li ser Efrînê hat meşandin, bûyerê ku diqewimî li pêş çavê Cîhanê bi tevahî dihatin meşandin, lê li hember vê jî tu kesî ji bêdengiya xwe derneket û sînor ji dewleta Tirk re nedanîn. çi di Efrîn de bû çi ji derveyî wê berxwedana gel berdewam dikê, di kampan de û malên wêrankirî de gelê Efrîn têkoşînê dikin û li benda vegera li ser ax û milkên xwe ne, li Şehbayê cihê ku jiyan tê de nedibû Şêniyên Efrînê veguhartin buhuşt, gelekî xuluqkare û bi xaka xwe ve girêdaye.

Erîfa wiha bê de çû: dewleta faşist bi hovîtiya xwe gelê Efrînê li seranserî duniyayê da koçberkirin, heya niha bi hezaran malbatên Efrînî li ser axa xwe di Efrînê de li hember Çeteyên Erdogan têkoşîndikin, Çeteyên Tirk îro di Efrînde sûçên hovane pêktîne ji kuştin, talankirin, dizî, qutkirina darên zeyîtûnan û revandina bi hezaran ji jinan, ma  netewên Yekbûyî û qaşo kesên ku navê mafên mirovan li xwe kirine van sûcan nabînin, nabihîzin?.

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Erîfa Bekir di dawiya axeftina xwe de got: Çeteyên Tirk Efrîn kirine dojeh, şûnwarên ku nasnama me diyar dikin hemû dizîn û li sûkê Tirkiyayê tên firotin. Efrîn ne cihê dewleta Tirke em dibêjin pêwîste dewleta Tirk ji cih û warê me derkevê te ku em karibin vegerin li ser mal û milkên xwe û wek berê di bajarê xwe de bi aram jiyan bikin.

Delal Cemîl

Show More
Back to top button