Wesayeta Çalakiya Qada Şoreşa Jinê li Dirbêsiyê 8’ê Adarê pîroz kir

Îro wesayeta Çalakiya Qada Şoreşa Jinê bi armanca pîrozbahiya 8’ê Adarê berê xwe da bajarê Dirbêsiyê, wesayet li kolanên bajêr bi pêşwaziya gelê Dirbêsiyê geriya û li Qada Şehîdan şahiyek li dar xist .
Piştî deqeyek rêzgirtin axaftin li ser Navê Kongreya Star a Kantona Hesekê Bêrîvan Ismayîl, Kongra Star a Bajarê Serêkaniyê  Ebîr Hesen hate kirin, Di axaftinan de roja 8’ê adarê li tevahî jinan hate pîrozkirin û gotin:” Bi rihê arînan, Zîlanan û Clarayan têkoşînê bilind bikin.”
Şahî bi stranên Şoreşgerî ji aliyê Koma kevana Zêrîn a bajarê Dirbêsiyê hate pêşkêşkirin .
Li gorî agahiyan dê Wesayeta Qada Şoreşa Jinê berê xwe bide Gundê JinWarê .
JINNEWS
Show More
Back to top button