Li Tirbespiyê newroza zarokan

Bi armanca kêfxweşkirina zarokan û bi boneya Cejna Newrozê navenda Çand û Hunerê a Hêzil ya Tirbespiyê şahiyek li Akadimya Şehîd Yekta Herkol ji bo zarokan li dar xist.

Bi sedan ji zarokên navçeya Tirbespiyê û malbatên wan û zarokên şehîdan beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi deqeyk rêzgirtin destpê kir. Paşê koma şano ya Şehîd Fedekar şanoyek li ser kevneşopiyê li dar xistin.

Gelek stranên kurdî û erebî ji aliyê koma SiMi ve jî hatin pêşkêşkirin û zarokên ji aliyê navenda çand û hunera Hêzil, çend stran pêşkêş kirin.

Şahî bi belavkirina şêranî bi dawî bû.

Show More
Back to top button