Pîrozbahiya Newrozê ya li Tirbespiyê bi coş bi dawî bû

Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya li bajarê Tirbespiyê bi gerandina dîlanan bi dawî bû.

Bi beşdarbûna bi hezaran şêniyên bajar û gundewarên Tirbespiyê pîrozbahiya Newrozê vê sibehê li Gundê Dirêcîk bi dirûşma “Bi rihê Newrozê em ê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin”dest pê kiribû.

Pîrozbahî bi vêxistina agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve dest pê kir. Paşê axaftin hatin kirin û berhemên çandî û hunerî hatin pêşkêşkirin.

Koma Kocerat stranên û Kome Ş. Warşîn Govende filklorî yên Kurdî, Koma, Şano KomeTirbespiyê şanoya “Em radest nabin” ku desteka Kawayê Hesinkar parve dike, pêşkêş kirin.

Pîzobahî bi gerandina xelekên dîlanan li ber stranan Koma Navenda Çand û Hunerê ya Tirbespiyê bi dawî bû.

Show More
Back to top button